Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hêzên xwe ji bo deverên Kurdistanê dişîne

18:13 - 13 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Berpirsên payebilind yên leşkerî û ewlehiyê  yên rejîma Îslamî a Îranê, hêzên leşkerî yên xwe ji bo Kurdistanê dişînin, û sînorên Îranê jî bi awayekî tud militarize dikin.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê,  piştî şerê serkevtiyane yê hêza Pêşmergê Kurdistan li hemberî hêzên Spaha Pasdaran a terorîstî ya rejîma Îslamî a Îranê, berpirsên vê rejîmê hêzên leşkerî û çek û teqemeniyên giran û sivik ji bo deverên Kurdistanê dişînin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê ragehandiye ku, piştî vê ku di “Siyakêw” a bajarê Şinoyê şer û pevçûn pêk hat, û pêşmergeyan hemaseyeke din afirandin, fermanderê giştî yê henga sînorî yê devera rojavaya Îranê di bajarê Bokanê de civînek digel endamên Spaha rejîmê pêk anî.

Her di vê derheqê de, hêzên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, di devera “Deştebêl” a girêdayî bajarê Şinoyê bi gumana hebûna Hêza Pêşmerge, hêzên xwe di vê deverê de belav kirine.

Piştî vê ku Hêzên Pêşmergên Kurdistanê di şerê “Siyakêw” de derbeyek giran li hêzên rejîma Îranê xistin, û çendîn kes birîndar û kuştin, rejîm bi awayekî tud hemû karûbarên rojane yên xelkê çavdêrî dike.