Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hukmên zalimane bo nivîskaran der dike

16:38 - 7 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Saziya Efûya Navneteweyî bi derkirina daxuyaniyekê daxwaz ji rejîma Îranê kir ku hukmê girtina nivîskar Gulrox Îbrahîmî hiloşînin.

Li gora nûçegihaniya HRANA Saziya Lêborîna Navneteweyî di daxuyaniya xwe de ragehandiye ku, “Berpirsyarên rejîma Îranê dibe bilez hukmê girtina Gulroz Îbrahîmî hiloşînin, ku şeş sal hukmê girtinê bi ser de hatiye sepandin, bi tohmeta “bêhurmetiya bi pîroziyên ayîn” ji riya nivîsandina çîrokeke belavnebûyî li ser “cîbicîkirina hukmê tirsnak ê kevirbaranê”.

Birêveberê lêkolînan a Rojhilata Navîn û bakûra Afrîqa ya Saziya Lêborîna Navneteweyî Fîlîp Lotir jî di vê derheqê de ragehand: “Tohmetên li dijî nivîskar Gulrox Îbrahîmî cihê keniyê ne. Ew li ser nivîsandina dastanekê ku hêşta belav jî nebûye dibe bi salan li pişta mîllên girtîgehê, jiyana xwe biborîne. Ew li ser peyakirina xeyalên xwe tê cezakirin”.

Li gora gotina navbirî, hukmê navbirî her di pêş de hatiye diyarîkirin, ku eva mînaka herî nû ya nehêştina edaletê û sivikatîkirina bi mafên mirovan e ji aliyê rayedarên rejîma Îranê”.

Saiza Lêborîna Navneteweyî daxwaz ji rejîma Îranê kiriye, da ku hukmê Gulrox û hevjînê wî Areş Sadiqî hilweşîne. Areş Sadiqî seba azadiya ramanê zêdetir ji sê meh e ku di girtîgehê de ye.