Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê jinan bo armancên siyasî bi kar tîne

12:24 - 1 Tebax 2018

Kurdistanmdia: Rejîma Îranê ji riya jineke Îranî bi navê “Beharê”, wezîrekî Norwêjî xiste tevlikê (xefikê), û ew nûçeya bû serxetê girîngtirîn nûçeyên ragehandinên Norwêjê.

Rejîma Îranê ku hertim jinan bo gihîştina bi armancên xwe yên siyasî bi kar tîne, di vê çarçoveyê de, kariye bi riya jineke penaber wezîrekî dewleta Norwêjê bixe tevlikê, ku wezîrê herî serhişk û tund li hemberî penaberan de bû.

Du wêneyên jina bi navê “Behare” û wezîrê masîgiriya Norwêjê bi navê “Per Sandberg” di “Instagram”ê de, ku yek li balyozxaneya rejîma Îranê li Norwêjê hatiye girtin, û yek jî li Mazenderanê hatiye girtin, bala hemû ragehandinên Norwêjî bo aliyê xwe rakêşaye.

Yek ji sedemên hestiyarbûna dewleta Norwêjê bi vê pirsê ew e ku, vê jina Îranî bi navê Beharê, şirketek di warê şandina berhemên deryayî di nava Norwêjê de vekiriye, û siyasetvanên Norwêjê nîgeran in ku renge Wezîrê Masîgiriyê hevkariyê digel siyasetmedarên rejîma Îranê di biyavên hestiyar wekî tehrîmên navneteweyî de bike, û ew yek kêşeyê di navbera Norwêj û Amerîkayê de çê bike.

Ew wezîr ku temenê wî 58 sal e, û taze ji hevjîna xwe ya yekem  veqetiyaye.

Behare jî dema ku 13 salî bû çû Norwêjê, û di sala 2008`an de, dema ku sê caran daxwaza wê ya penabertiyê hate retkirin, di dawiyê de, malbateke Norwêjî serperestiya wê girtin stûyê xwe, û di heman salê de karî îqameyê wergire. 

Tê gotin ku Wezîrê Masîgiriyê yê Norwêjê di sala 20012`an de pirojeya qedexekirina wergirtina penaberan xistibû rojevê, û ser vê baweriyê bû ku nabe penaberan wergirin, jiber ku piştî çend salan xelkê Norwêjê wê bibin kêmaniyek û di nava penaberan de xûya nakin. Wî herwisa pêşniyar kiribû, ku dibe çavdêriyeke xurt bi ser penaberan de hebe, û berçesbên elektronî li piyê penaberan bidin, da ku di dema çûna wan bo derveyî kempan, ew agehdar bin, û pêşiya çûna wan bigrin.

Niha pirs ew e ku gelo çawa ye ew wezîrê ew qas dijîpenaberan, digel vê jina Îranî diçin Mazenderanê, û piştre diçin balyozxaneya Îranê li Norwêjê?! Pirsek ku siyasetvanên Norwêjî jî gellek nîgeran kiriye.