Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li Îraqê, 3000 qutabxaneyan ava dike

03:32 - 30 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Di halekê de ku hejmarek zaf a zarokên Îranê bi taybetî li deverên kêmaniyên netewî seba nebûna qutabxaneyan ji xwendinê bêpar in, rejîma Îranê 200 xanî û 3000 qutabxaneyan li Îraqê ava dike.

Li gor nûçeyê malpera “Peykeiran”, Mihemedriza Rehîmî” Cihgirê yekem yê “Ehmedînijad” îro li parêzgeha Xozistanê bi amajekirin bi “Îran û Îraq sêvek in ku dujminan ev ji hev kiribûn, lê piştî heyamekê zaf bi muicizeyekê ev gihîştin” got: Min ji bo hevkarîkirin bi Îraqê re îxtiyara temam heye û bi zûyî emê li Îraqê 200 xanî û 3000 qutabxaneyan ava bikin.

Piştî ku Nûrî Malikî seredana Îranê kir, ji aliyê rayedarên rejîma Îranê ve soz hatiye dayîn ku 200 xanêî û 3000 qutabxaneya li Îraqê werin avakirin.

Eva di halekê de ye ku hejmarek zaf a zarokê Îranê bi taybetî li deverên sînorî û kêmaniyên netewî ji qutabxaneyan bêpar in û pêvajoya xwendinê ji wan re pirr zehmet e.

Rejîma Îranê ji bo ku desthilata xwe di Başûrê Îraqê de zêde bike, xincî destêwerdan û şandina çek û sîlahan û perwerandina girûpên terorîstî, mesrefên madî ên zaf li ser hesaba sermiyeya giştî a welat li Başûrê Îraqê dike xureka qahîmkirina desthilata xwe.