Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê terorê dişîne welatan

19:22 - 7 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Di çarçoveya terorsifetiyê de, rejîma Îranê, bo careke din jî alîkariya girûpeke terorîstî kir.

Rojnameya “Şerq EL-ewset” belav kiriye ku, çendîn xort û keçkên  serokê  hatî kuştin yê “El-qa`îdê” ku saziyeke terorîstî ye, ji riyaÎranê ve çûne bo welatê Efxanistanê.

Vê rojnameyê ev nûçeya ji zimanê “Umer” kurê çarê yê “Bin Laden” belav kiriye ku, hejmarek ji kur û keçên “Usame Bin Laden” serokê hatî kuştî yê “El-Qa`îde”yê ji riya Tehranê ve  zivirîne Si`ûdiyayê.

“Umer Bin Laden” bas ji vê jî kiriye ku, pênc xwîşk û birayên “Necwe xanim” hevjîna yekem a “Umer Bin Laden” yên bi navên “Mihemed”, “Bekir”, “Fatime”, “Îman” û “Usman” ji riya Tehranê ve vegeriyane welatê xwe.

Wî kurê “Bin Laden” tekez jî kiriye ku, “Hemze” zirbirayê vî ji riya Îranê ve çûye Efxanistanê.

Eva cara yekê nîne ku nûçeyên bi vî rengî belav dibin, ku karbidestên Tehranê ji riya Tehranê ve terorîstan dişînin bo welatên cîran, yan jî pasporta Îranê ji bo wan dirust dikin.

Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, weke saziyeke terorîstî a mezin rola wê di teror û kiryarên terorîstî de heye.

Her di vê derheqê de jî, parlemana Kanadayê, roja Sêşemiyê rêkevta 22`ê Cozerdana 1397`an gellaleyek daye pesenkirin, ku hemû  danûstandênên xwe yên dîplomatîk bona cardin destpêkirina pêwendiyên dîplomatîk bi Îranê re qut dike, û li gorî vê gellaleya parlemanê, Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî ya Îranê, xistiye nav rêzbenda terorê de.

Kongireya Amerîkayê sala derbazbûyî di gellaleyekê de  serkomarê wî welatî wezîfedar kir, ku Spaha Pasdaran bixîne nav rêzbenda girûpên terorîstî de, li gora vê gellaleyê û li gora destûra birêveberî a 13224 ya ku di sala 2001`an de hatibû pesendkirin, serkomarê wî welatî  tê wezîfedarkirin ku, Spaha Pasdaran bixe nav rêzbenda girûpên terorîstî de.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di raporta salane ya xwe de  derheq terorîzma navdewletî de daye eşkerekirin ku, rejîma Îslamî ya Îranê, wekî sala derbazbûyî, û herwisa bi rengekî berçav piştevaniya alî û saziyên terorîstî yên li cîhanê de kiriye, û heta  pêgeha xwe di Aferîqayê de jî bihêztir dike.

Spaha Pasdaran heyanî niha sedan teror di navxwe û derveyî Îranê encam dane, û niha jî serekîtirîn piştevanê saziyên terorîstî yên di welatên din de tê hesibandin.