Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmek ku koka wê li ser bingeha qelp hatiye danîn

13:07 - 6 Hezîran 2021

Nûredîn Sofîzade

Rejîma Îslamî a Îranê dixwaze roja 18ê Hezîrana îsal maşkanêya binav hilbijartinê di Îranê de bi rê ve bibe.

Di wê rojê û wê hilbijartinê de jî, rejîm dixwaze hevdem 4 hilbijartinan bi rê ve bibe, wek hilbijartina Serkomarî, Meclisa Xêbrigan, navîn dewreya Meclisa Şêwra Îslamî û Şêwrên gundan û bajar.

Yek ji mebestên rejîmê bona digelhevxistina wan 4 hilbijartinan jî, vedigere bo ser nîgeraniya rejîmê ku egera hindê lêdide ku renge astê beşdariya xelkê roja hilbijartinê de kêm be, lewma wisa dizane ku hekî wan 4 hilbijartinan digel hev bêxe rojekê de, renge xelk bo yek ji hilbijartinan beşdariyê bikin û bitaybetî ku Şêwrên gund û bajaran û ku bi curekê dikare xelkê bikêşe ser sindoqan.

Bi vî awayî rejîmê cehd kiriye ku hindî bikare qasê beşdariya xelkê zêde bike, ku eva jî her bixwe kumkumanê û xelk xapandin e, bo mînak hekî kesek nexwaze bo hilbijartina Serkomar beşdar be û armanca wî/wê tenê hilbijartina Şêwrên gund û bajarê xwe be, ti demekê rejîmê ranegihandiye ku dora ser sindoqan bo filan mebestê ye, belkî tenê amadebûna xelkê û dorên dûr û dirêj bo rejîmê girîng in ku piropagendê pêwe bike û wisa bide xuyakirin ku rewayiya xwe ji beşdariya xelkê wergirtiye û xelk bo peyman nûkirina digel rejîmê beşdariyê di hilbijartinan de dikin.

Firtûfêleî din a rejîmê bo rakêşana xelkê bo ser sindoqên dengdanê eva ye ku berdewam cehd kiriye ku piropagenda rikaberiya di navbera berbijêran de bide xuyakirin û bêje bi awayê demokratîk rikeberî heye û xelk dikarin deng bidine cudahiya di navbera wan berbijêran de. Eva jî di demekê de ye ku ti cudahiyek di navbera binav berbijêran de nîne û hemî ew kesanene ku rejîmê her bixwe diyarî kiriye û kesên cihê pesenda “Beyta Rêber”iyê û kevtine ber parzûnkê Şêwra Nobedar.

Rejîm çend moreyekî diyarîkirî ku di warê bawer, girêdayîbûn bi rejîmê, pêbendê rêberê rejîmê, ku bi dirêjiya 4 dehkên derbasbûyî di nava wê sîstemê de bo parastina rejîmê kar kiribe û dest ji çi cinayet û gendeliyekê neparastibe, tîne meydanê û ti rêkekî demokratîk ku xelk her bixwe bikare deng bide kesê cihê baweriya xwe pêşiya xelkê nehêlaye.

Îsal ku rejîm ji hemî demên derbasbûyî zêdetir bê hêvî bûye û wisa dizane ku xelk dê kêm beşdariyê di hilbijartinê de bike, bi fermana Xamineyî û bi mihendisiya Şêwra Nobedar fêl û kumkumanêyekî nû hatiye leyîstin, ew jî eva ye ku wê carê bo posta Serkomar heta hinek ji berbijêrên derveste girêdayî bi Elî Xamineyî û rejîmê jî redê selahiyet kirin, da ku bikarin biçine nava xelkê de û piropagendê bikin û wisa xwe bidine kivşê ku digel xelkê ne û dijî rêber û Şêwra Nobedar û berbijêrên dinê ne, heta ku bi vî awayî bikarin ji hesata xelkê nerazî ku biryar dane di hilbijartinê de nekin, bibizivînin û li devra xwe kom bikin.

Ew pîlan û fêla di demekê de xuya bû ku piştî wan kesên hatinî redê selahiyetkirin, karîn kum bidine serê parek ji xelkê,  Elî Xamineyî hate qisedanê û ragihand ku xedir û zilm ji parek ji wan kesan hatiye kirin ku hatine redselahiyetkirin, di fitwayekê de ferman da şêwra Nobedar pêdaçunê di biryara xwe de bike.

Xamineyî di wê gotina xwe de 2 armancên sereke dişopîne.

1- Dixwaze wisa bide xuyakirin ku wî haj biryara Şêwra Nobedar nîne û ew Şêwra serbixwe ye ku heta raya Xamineyî jî napirse û berçav nagre, eva jî di demekê de ye ku di nava wê sîstema dîktatorî de hemî kes dizane û ti yek ji deshilatdarên rejîmê nikarin bi bê îzna Xamineyî firek avê jî webixwin.

2- Xamineyî di wê fermanê de jêwe ye ku gihîştiye armanca xwe û kesên wekî Elî Larîcanî û Ehmedînejad bi redê selahiyetê karîne parek ji xelkê bixapînin û alîgiran bo xwe peyda bikin, ku wisa ye hekî Şêwra Nobedar wan vegerîne nava berbijêran û digel kesekî wekî Reîsî bikevine rikeberiyê, renge parek ji xelkê li ber wan, di hilbijartinê de beşdariyê bikin û ew jî têra rejîmê heye ku bêje dinya derve ku xelkê Îranê di hilbijartinê de beşdar bûn û himase afirandin û rewayî dane rejîmê.

Ew 2 armancên çepel ên Xamineyî jî, êdî bo kesê veşartî nemaye û xelkê Îranê hemî hay ji pîlan û kumkumanê û navika gendel a Xamineyî û wê rejîmê bûne.

Xelkê Îranê biryar dane ku êdî bi çûna xwe bo ser sindoqan, rewayiyê nadine kuştar, zilm, gendelî, binpêkirina mafê mirov, bê mafiya netewan, nebûna azadî û demokrasiyê, sêdarê, zîndan, birsîtî û bêkarî û dehan rojreşiyên ku wê rejîmê bi serê xelkê de aniye.

Dengê xelkê bo sernixûnî û nema wê rejîmê ye.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine