Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Retkirina nûçeya bêbingeh ya malpera “Lvin press”

15:48 - 14 Adar 2013

Kurdistanmeida: PDK Îran piştî bilavbûna nûçeyekê li malpera “Lvin press” di warê gotûbêja li gek Komara Îslamiya Îranê, tevî retkitina vê nûçeyê rohnkirinek jî bilav kir.
Eva deqê wê ye :

Em tev aliyan pê dihesînin ku piştî serdana şanda Mekteba Siyasî ya Yekgitûya Îslamî a Kurdistanê, li roja 6’ê Reşemeya 1391 (24.02.2013) li binkeya Deftera Siyasî a PDKÎ malpera Livîn prees babetek bilav kir ku têde hatibû ku armanca vê serdanê guherîna bîrûrayan bi armanca gotûbêja li navbera PDKÎ û rejîma Komara Îslamiya Îranê de bûye, û bilavbûna vê mijarê di vê malperê de bûye sedema pirsyarê cem hinek kesan û heta bo endamên PDKÎ û hevalên me jî.

Di vê derheqê de me hewce zanî ku em her aliyekê agehdar bikin ku ew serdana wan li Deftera Siyasî ya PDKÎ ji bilî basek giştî li ser pirsên siyasî û şirovekirina pirsa Kurd bi giştî û basek li ser rewşa siyasî ya Îraq, Îran û rojhilata navîn, tu tiştek din nebûye, bi taybet pirsa gotûbêja li gel Komara Îslamiya Îranê her li bingeh de neketiye ber bas, lewra ew piropagende dûr ji rastiyê ye, û ji aliyê PDKÎ ve bi tewahî tê ret kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Sekertarya
23’ê Reşemeya 1391’an
13’ê Adar a 2013’an