Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Retkirina nûçeyeka nûçegehaniya “Faris” ji aliyê PDK Îranê

13:38 - 21 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Roja Sêşem 20’ê Şibat a 2013’an nûçegehaniya “Faris” di nûçeyekê de bilav kir ku kesek li Îranê hatiye girtin, ku li gel PDK Îranê pêywendî hebûye bilav kiribû, nûçeyê han bi awayeke fermî ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hat retkirin.


Deqa naveroka retkirî a nûçeyê:

Roja 20’ê Şibat a 2013’an, nûçeyek ji nûçegehaniya Faris hat bilav kirin ku bas ji vê kiriye ku komara Îslamî Îranê kesek destbiser kiriye ku bi perwerede û fêrkirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê pilana avakirina “Şoraya Azadiya Luristan”ê bi hinceta cûdakirina Luristanê li Îranê, hebûye.

Li derhq bilav bûn û naveroka vê nûçeyê, me bi hewce zanî bi bîr û raya giştî rabigehînin, em nûçeya han bi dûr ji rastiyan dizanîn û li wir de radigehînin ku PDK Îranê ne tu partiyak û ne çi kesekê bi wî navî ku li gel PDK Îranê pêywendî hebe nas nake û ev sûçane ji aliyê dezgahên serkut kerên rejîma Komara Îslamî ya Îranê hatine çêkirin ku hertim bi heceta van sûçane li hewla sepandina cezayê giran bi ser hevwilatiyan de ye.
Em wê dosiyeya çêkirî ku bi armanca tepesekirina azadîxwazên netewên zol jê kirî yên Îranê ku bi salane ji aliyê komara Îslamî a Îranê dest pêkiriye û dirêjî heye, mehkûm dikin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Sekertarya
21’ê Şibat a 2013’an