Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresima 25`ê Gelawêjê li binkeya Cêjnekanê hate lidarxistin

19:58 - 18 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Bîranîna salroja avakirina PDKÎ, li binkeya Cêjnekanê a PDKÎ bilind hate ragirtin.

Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê ragehand ku roja Înê rêkefta 26`ê Gelawêjê, li binkeya Cêjnekanê ya  PDKÎ, rêûresimek bi boneya 25`ê Gelawêjê, 73.mîn salroja avakirina PDKÎ bi rê ve çû.

Ev rêûresim bi xwendina sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” û ragirtina bîstekê bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê pak yê şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Piştre “Kerîm Perwîzî” endamê Desteya Kargêrî a PDKÎ bi vê boneyê ve peyamek pêşkêşî kesên amadebûyî kir.

 “Kerîm Perwîzî” di peyama xwe de, tevî pîrozkirina vê salrojê ji kadr, pêşmerge û malbatan û hemû malbatên şehîdên Kurdistan û girtiyên siyasî, bas ji sedema girîngîpêdana bi Partiya Demokrat di Rojhilat de kir, û ew yek wekî bihêzbûna  hemû tex û çînên civakê binav kir,ku xebata wê ji bo dabînkirina jiyaneke bextewer ji bo hemû civakê, bi bê cudahîdanîn bû.

Herwisa di beşeke din a peyama xwe de, îşare bi xebata 73 saliya Hizba Demokrat kir û got: “Hizba Demokrat bi panahî û kûrahiya hemû Kurdistanê tenê partiyek e ku kariye 73 salan bi bê îxanet xebata xwe berdewam bike”.

Herwisa navbirî bas ji xwastên xelkê Kurdistan û  xwasta Partiya Demokrat kir û ragehand: Em dixwazin wekî çend milyon kesan bixwe xwe bi rê ve bibin, em dixwazin axa me, ya me bixwe be, wekî milyonan însanên din em dixwazin pêwendiyên civakî yên me li gorî yasa û pirensîpên xwe em bi rê ve bibin, em  li ser vê baweriyê ne ku azad bijîn û azadiya take kesî me hebe”.

Herwisa bas ji xebata nû a Partiya Demokrat “Rasan” kir, û di vê derheqê de jî got : “Partiya Demokrat dîrokê ducarî nake û fire jî nade, belku li ser bingeha dîrokê, dîrokê dinivîse, Rasan jî her li ser vê piroseyê darêtiye, û xebata Çiya û Bajar jî bi hev re girê daye, heta ku hemû çîn û texan bi hev re, û  jî nû ve nîştimanê dirust bike”.

Daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê kir da ku, di avakirina nîştiman de beşdar bin.

Di dawiya vê rêûresimê de, helbestek li jêr navê “Nasname” ji aliyê helbestvanê pêşmerge bi navê “mamosta  Bêbeş Pîrotî” ve hate pêşkêşkirrin.

Piştre “Xulam Fatihî” stranek li jêr navê “Rasan” pêşkêşî beşdarbûyiyan kir.

Ji aliyekî din ve, peyama hevpar ya Saziyên Yekîtiya Jinan, Ciwanan û Xwendekarên PDKÎ, ji aliyê “Zekiye Sidqî” ve hate xwendin.

Ev rêûresm bi xwendina sirûda bi navê “Pêşmerge tu sengerî” ji aliyê Hêza 129 ve dawî  pê pê hat.