Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 28.mîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî li goristana Pêrlaşîzê bi rê ve çû

16:28 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Bona peymannûkirina digel rêberê şehîd Dr. Qasimlo û heval kak Ebdullah Qadirîazer rêûresmeke bicoş di cimata Pêrlaşîzê bi rê ve çû.

Roja Pêncşemiyê 13`ê Tîrmehêm rêûresmeke bicoş bona peymannûkirina digel rêberê şehîd Dr. Qasimlo û heval kak Ebdullah Qadirîazer bi beşdariya Deftera Nûnertiya PDKÎ li derveyî welat, û komîteyên Fransa, Biljîk û rêkxiraw û kesayteiyên siyasî ên Kurd û Îranî li goristana Pêrlaşîz a Parîsê de bi rê ve çû.

Piştî xwendina sirûda neteweyî ya Ey Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengî, bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên hizb û gel, goterak bi zimanên Kurdî û Farsî ji aliyê Elî Eşref Muradî endamê rêberiya PDKÎ ve li ser taybetmendiyên Dr. Qasimlo hatin xwendin.

Piştre peyama komîteya Fransayê ya PDKÎ ji aliyê Perwîz Cebarî ve hate xwendin, ku tê de dawaz ji dewleta Utrîşê hatibû kirin ku hewlê bide bona xistine ger a keysa şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî.

Peyama komîteya Biljîkê jî ji aliyê Mamosta Beha Îbrahîmî ve hate xwendin, û du sirûdên şoreşgerî jî ji aliyê Koma Muzîkê ya komîteya Biljîkê ve hatin pêşkêşkirin.

Hêjayî basê ye ku di dawiya rêûresmê de, çendîn qevdên gulan li ser mezarê Şehîdên Viyenê û Şehîdln Mîkonosê hatin danîn.