Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêwresma 25’ê Gelawêjê li binkeya sereke a PDKÎ bi rê ve çû

12:14 - 16 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Di 73’mîn salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de rêwresmek li binkeya sereke a vê partiyê bi rê ve çû.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê ragihand ku roja 24’ê Gelawêja sala 1397’an a Rojî li binkeya sereke a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê rêwresmek bi hilkefta 73’mîn salvegera avakirina PDKÎ bi rê ve çû. Rêwresm bi marşa netewî a “Ey Reqîb” û deqeyek bêdengiyê ji bo rêzgirtin ji şehîdên Kurd û Kurdistanê û bi taybet şehîdên çend rojên derbasbûyî dest pê kir.

Piştre “Mistefa Hicrî” lêpirsyarê giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 73’mîn salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê peyamek pêşkêş kir.

Hicrî di peyama xwe de got ku: “Hizba Demokrat, ev hizb e ku ji destpêka avakirinê ve weke partiya girûpek yan jî pêkhateyeke destnîşankirî danekete qada xebata Rojhilat. Ev partî tenê milkê endam û alîgirên xwe nine, belkî bûye milkê hemû rojhilatiyan. Berî ku ev partî were avakirin û piştevan û bingeha sereke a Komara Kurdistanê be, encama guhertineke bingehîn di danasîna Kurdbûn û Kurdistanîbûnê ye.

 Ev guhertin jî vedigere bo wê demê ku civaka Kurdî biryarê distîne cuda ji Kurdbûnê, tevlî cîhaneke din bibe.” Wî got jî ku “Li gora guhertinan, Hizba Demokrat jî, ji bo bidestxistina mafên neteweya Kurd ji şêwazên cuda mifah standiye. Lê hin tiştên mayînde li cem vê partiyê hene ku ti caran nayên guhertin û ew jî, maf, nasname, xak, welat, wekhevî û kerameta Kurd û Kurdistaniyan e.”

 Hicrî di derbarê “Rasan”a Rojhilat de jî da xuyakirin ku: “Di “Rasan”a Rojhilat de, PDKÎ di ser dîrokê re derbas nabe, belkî dîrok û niha, weke tewawkerê hev dibîne. Ji ber ku felsefeya hebûna PDKÎ, tewawkarî ye. Wateya vê jî ev e ku bi hatina PDKÎ, xebata rizgarîxwazî a Kurdan karî derbasî serdemeke modern bibe û “Rasan”ê jî weke serdemek dibîne ku me derbasî qonaxeke din bike.” Derbarê qonaxa nû a PDKÎ de jî, ji “Bajar” re got ku: “Bajarên min ên xweştivî, û bê mirazên Kurdistana min, hûn deryayeke bê binî ne ku şîpelên we, dujmin ditirsînin, û serkeftin jî dibe para we. Masiyên çiya hembêz bikin. Ew di nav şîpelên we de ne, lewre divê hûn hêzê bidin wan û hêzê ji wan bistînin. Bila şîpelên we hertim biherikin, hêviya we bilind bin û neyên têkbirin.”

 Mistefa Hicrî di beşeke din ji gotara xwe de ji wan kesan re ku ji aliyê dujmin ve hatine xapandin, got ku: “Dem hatiye ku êdî tif û le`inetê bidin nanê serşoriyê û vegerin hembêza gel û niştîman. Êdî xulametiya dujmi bes e. Ti emeg û wefaya vê rejîmê ji bo bawermend û hevalên xwe jî nîn e. Pêşerojeke geş bidin fikra xwe, ku di vê pêşerojê de, temenê reş ê vê rejîmê bi dawî tê, û hûn dimîn bi vî xelkî re, ku hûn bûne sedema bêrêziya rejîmê bi wan, û malên wan hatine dagirkirin û talankirin, û xweştiviyên wan hatine kuştin yan girtin. Êdî dem hatiye ku karekî encam bidin da ku di wan rojan de bikarin li çavên vî xelkê tepisandî binêrin, û bi wan re bijîn. Lewre divê vê derfetê ji dest nedin.”

Piştre straneke hemasî bi navê “Ez Gelawêj im” ji aliyê girûpa “Neviyên Qasimlo” ve hate pêşkêşkirin. Di beşeke din a rêwresmê de peykerek bi navê “Hêmaya Rejîma Îslamî a Îranê “ hate nîşandan ku ji aliyê mamosta “Aram” hunermendê naskirî ê bajarê Silêmaniyê ve hatibû çêkirin.

 Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, û Peyman Qilîc hevjîna şehîd Şehab Heyderî û mamosta Aram perde ji ser vî peykerî hildan.

 Mamosta Aram jî di derbarê vî peykerî de axivî û got ku: “Ev peyker, hêmaya rejîmeke dîktator e ku her roj û her heftî, xelkê bêdesthilat û azadîxwaz ê Îranê li darê vedike”.

Piştre peyamên Yekîtiyên Xwendekaran, Jinan û Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê “Cemal Fethî” endamê Desteya Rêveberiyê a Xwendekaran ve hate pêşkêşkirin.

Di dawiya rêwresmê de, her du hunermend Xulam Fatihî û Birwa Dilzar straneke şoreşgêrî pêşkêş kirin.

Hin partî û aliyên siyasî peyama pîrozbahiya 25’ê Gelawêjê şandibûn ku ev in:

Yekîtiya Niştîmanî a Kurdistanê

 Partiya Demokrat a Kurdistanê

Partiya Şiyû`î a Kurdistanê

Tevgera Gorranê

 Asayişa Rojhilat a Hewlêrê