Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa jinê di civaka kevneşop a Kurdan de

12:18 - 26 Kanûna pêşîn 2012

Sefiye Xalidî

Tu ey dengê bahoz û baran û berxwedanê, tu ey bêhna sosin û beybûnan, çiqas te bêhn dikin û mest dibin û şûna ku xûnavan birijînin ser pelg û guliyên te ,di nav destê xwe da bêrehmane te diçirmisînin û hişk dikin! bi sedan car te pirs kir çima?

lê pirsa te her bê bersiv dimîne Çima? Di wê serdemê pêşkevtin û roj bo roj nûbûna dinyayê de, em hîna jî paşvemayî ne, û gellek edetên kevnar cem me mane û dikevin canê me û hertim nexweşî û kêmasiyan diafirîne. Lê sedem ne ew e, ku em dewletek serbixwe nînin. Sedem nebawerî û nepejirandina rastiyê di nav civaka me de ye. Nepejirandina vê rastiyê di aliyê mêran ve, ku jin heye û di hemû qonax û derfet û bûyerên jiyanê de, di gel wî yek pişk û beramber e.
Rureşiyek mezine ji bo me ku jin bi navê namûsê tê kuştin , û bi navê çinezan û kêmmêjî tê nasandin! Rûreşî ye ku hîna kultura jin bi jiniyê berdewam e, û hîna jî ji bo ku sulh û aştî bikeve navbera şerê du malbatan de, jin dibe qurbaniyê her du malbatan!
Rureşiyek mezin e ku tu birayê min, bavê min, zilamê min, hîna jî di nav bajêr û gund û di nav biyanî û xûyaniyan ji xwe re eybek mezin dizanî ku pêngavên xwe di gel pêngavên min pavêjî ....

Kultur tê guhertin , adeta zilm û zoriyê, bêhurmetiyê, bi çavê biçûk dîtina jinê, biguherînin.

Çima jin ewqas bê nirx e ku bi hêsanî tê kuştin û firotin? Çima mêr nikarin bi çavê ku mafê wan wek însan yek e, li jinê binêre û hertim wê ji xwe bicûktir nezane?
Çima dema ku tu birayê min hewceyiya xwe jinê re dibînî, vê demê rêz jê digrî, û nirxê didî wê, û dema ku tu pêwîstiya xwe jêre nabînî, wê binpê dikî û davêjî?
Jinan gellek xewnên şîrîn û armancên rêk û pêk hene, xewnên wek ku rojekê ji rojan bibin endezyar, duktur, mamoste, helbestvan, sitranbêj yan ekter û …hwd, ne ew baweriyên çewt û şaş, ku derbarê wê de, têne gotin!

Bingeha kurdewariyê ne mîna îro ye ku derheq jinan bêhurmetî tê kirin ji ber ku di dîroka kurd de hertim jin mil bi milê mêran bûne .

Tu caran we pirs kirî ye ku em di kîjan serdemê de dijîn? Çima gellek adet û kulturên qirêj wek pirr jiniyê ku ji hêla dewletên serdest û dewletên din we hatine nav me de, em dipejirînin? Gellek dewletên ku kultura pirjiniye hene, ketine derdora miletê kurd, weke nimûne, xelkê Ereb ku jin dikare ji mêrê xwe re jinek din bixwaze, ew diyardeyek nebaş e ku bandora xwe xistiye ser rewşa kurdan jî, lê jinên kurd bila wisa nekin, bila dîsan wek çiya bin û wê bêqîmetiyê nepejirînin û bikevin hizra zarokên xwe de, ku ew fêrî vê adetê nebin, bila tirs nekeve nav dilê wan û mêrê kurd bila wê xirabiyê derheq kultur û welatê xwe neke.

Çima her roj em bibihîsin ku jin di aliyê mêran ve tên kuştin, şewitandin, bi zorî zevicandin, bêparkirin ji xwandin û zanînê. Ew baweriya ku mêrên kurd mafê jinan binpê dikin û aciziya wan dikin, vedigere bo 1500 salî berî niha ku di mêjiyê kurdan de hatiye çandin.
mêren kurd bila bi çavê dilovaniyê li jinan binêrin û bi erzanî û kêm lê nenêrin, û rêûresmên kevnar û qirêj nepejirînin.

Çendîn adetên xirab derheq jinan di nav civaka kurdan de hene ku mixabin hîna jî berdewam e, û tenê mêr suçdar e li hemberî wê rewşa ne durust, ku mixabin dibe sedema wê yekê ku nifşa nû ya Kurd, wê kulturê hîn bibe û di nav civakên pêşkewtî yên dunyayê em serşor bimînin û rê li pêşkevtina miletê kurd di hemû wara de bigre girtin.Weke nimûne reftarên hindûrî malbat û civakê di gel jinê, ji aliyê mêr ve.

Mêr mafê ku heqaretê li jinê bike, jêre xeberan bide û lê bide bi xwe re dibîne.

Bav û kur, serîtevandina misoger ji jin û keçan dixwazin, ger serî daneynin, lêdan û xeberan ji wan re rewa dibînin.
Li gelek deveran jin, hîna li gorî kêfa mêran, di paş perdan de û di bin xêlîyan de tên girtin
Hîna jî gellek law dikarin ji dê û xwîşka xwe re xeberan bidin.
Di vê serdemê de, herêmên ku hîna keç lê tên sunetkirin heye.
Li gellek herêman bav keçên xwe berdêlî didin mêrên bi jin, yan jî ser bi hevî dişînin, yan didin mêrên bi temen.


Dema ku jin bimre, mêr dikare bi hêsanî û eşkere bizevice, lê gava ku mêr bimre, jin nikare bi hêsanî bizevice û dema ku dizevice jî, ji ber gotin û nerazîbûna kes û karan nikare rojek bi rehetî û hêminî jiyanê bidomîne, û hertim bi dîtinek cuda lê dinêrin.
Mêr wek karmend, karzan, muxtar, serokşaredar, wekîlê milet û …hwd dikarin rêveberî û seroktiya civatê bikin, lê jin, di civaka Kurd de, nikare karekî bi vî rengî bike, jinên ku karîne karek bi vê şêweyê bi dest bînin, gellek astengî derbas kirine û gellek hêvî û hesret qurbanî kirine.


Kêfa mêr çi mode cil bixwaze, dikare bikire û li xwe bike, lê keç û jin cilê ku mêr nexwaze nikare li xwe bike. (Dema ku li gor zewqa xwe cilûbergan li xwe bike, û xwe bixemilîne, gişt mêrên derdorê bi dîtinek neba, lê dinêrin, lê hêjayî gotinê ye ku niha qîzên kurdan li rojhelatê Kurdistanê gellek bi zehmetî dikarin bi cil û bergên xwe yê kurdî herin nav bajar, jiber ku ji aliyê Rejîma desthilatdar ve tûşî arîşeyan dibin û ji aliyê mêrên Turk û Fars ve bêrêzî ji wan tê kirin, û ev yek mijarek girîng e ku mêrên kurd pêwîst e piştgîriya jin û qîzên xwe bikin).


Ew kesên ku bindestî, û koletiya jinan (ku hejmara wan nîvê civakê ne) biparêze û ji bo viya qanûnan deyne, nezanî, cahilî û seqetbûna wê civakê diparêze.

Lê divê neyê jibîrkirin, azadiya jinê, beramberê azadiya civakê û piştre ya mêr bixwe ye. Nezaniya jinê, dibe sebebê nezanî û şûndemana civakê jî. Ew zaroka tîne dunyayê, mezin dike û perwerde dike.

Helbet mêr bixwazin û nexwazin rewş wê bihê guherandin ji bo ku roj bi roj civaka kurdî têkelî dewletên xwadî demokrasî dibe û di navbeyna mêr û jin wekheviyekê çê dike.

Lê di rastî de çareserî ji dûr ve çê nabe, hewce ye ku peyama aştî û wekhewiyê bigehe destê yek bi yek ji takên civaka kurdî, bila her kes aliyê xwe de, hewil bide ku bêrêziyê derheq jinan nekin, ji bo ku ne jin û ne mêr bi neheqî nekevin bin darê zilmê.


Îro jin di nav çîrokên olî da tê veşartin, tê tepeser kirin û tê xapandin, heya niha di hemû parçên kurdistanê da, jinan çendîn civîn rê xistine û ji bo ku dengê xwe bigehînin cîhanê, têkoşîn kirine, lê dîsan jî mêrên serdest tu tiştî fam nekirine û tu pêngawek ji bo çareser kirina vê pirsgirêkê ne avêtine.


Lê bi rastî ez bi pênûsa xwe çavna dikarim qêrîna dengê Jîlaya 12 salî di bin xêliya bûkiniyê de, û qêrîna dengê Fatîmayê di şevek tarî da, ku gerdena wê di nav destê mêrê wê û birayê wê da bû, û dixendiqandin û laşê nazike wê, avêtin nav ava Noşanê, û çawa dikarim dengê ah û hesreta Menîceyê ku piştî çend salî xwandinê, ji bo zankoya Urmiyê serkevt û gihîşt xeyala xwe ku bibe duktur, lê malbata wê bi zorî û bi mecborî qayîl kirin bedela deynê bavê xwe gel mêrek ku ne zana ye, û jina wê mirî ye û temenê wê li serê ye, bizevice, bigehînin guhê we?