Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa zarokên Îdzî di Îranê de

21:20 - 8 Gulan 2013

arêf welzÎ

Nesaxiya Îdz (H.I.V) yek ji wan nesaxiyane ku her di despêka nasîna wê di warê pizîşkî de heya niha, wate di wan 25 salên dawiyê de zêdetir ji her du şerên yekem û duyem ên cîhanî, nêzîk bi 25 milyon qorbanî ji civaka mirovahiyê standiye.

Nexweşiya Îdz temen û regez nas nake û tewahiya texên civakê dike armanca xwe, lewera nawendên pizişkî û cîhanî, cuda ji hewlên tevalî bona rêgirtin ji toşbûna pitir a civaka mirovahiyê bi nesaxiya han, bi merema pêşgirî ji tûşbûna zarokên ku bi sedema tûşbûna dayîkên wan bi vayrosa HIV, Îdzî hatine dinê û piştre dayîka xwe ji dest dane û sêvî mane, roja 8’ê Gulanê wek roja cîhanî a zarokên sêvî ên Îdzî binav kirin.

Niha li gor amarên nû ên sala 2012’an, nêzîk bi 100 hezar kesên Îdzî di Îranê de hene ku bi tenê 25 hezar kes ji wan hatine naskirin. Bêguman zarok jî beşek in ji pêkhateya vê civakê, lewra ji aliyekê bi sedema zêdebûna rêjeya dayîkên tûşbûyî bi HIV û ji aliyê din ve, bi sedema siyasetên aborî û civakî ên rejîma Komara îslamî ku bi tenê zêdebûna kirîzên curbicur ên aborî û civakî û bi jantirkirina jiyana rojane ya xelkê Îranê bi dû xwe re aniye, bûne hokarek bona vê ku zarok bo bidestveanîna xwarina rojê, rû li karên pir zehmet, xwazokî û geriyan di nav cihên pîs biken û bi vî awayî gellek hêsantir bikevin telika Îdzê de.

Eva di demekê de ye ku cuda ji zarokên êtîm ên Îdzî, amar vê yekê eşkere dikin ku %10 ji zarokên kar di Îranê de hilgirê vayrosa HIV ne û rêjeya hejmara tûşbûna wan bi Îdzê, 45 hemberî rêjeya hejmara tûşbûna tewahiya civakê ne.

Di çend rojên borî de parêzgeha Kirmaşanê bi sedema hebûna pitir ji 2797 kesên xwedî Îdz ku %14 ji tûşbûyên seranserî Îranê pêk tîne, weke yek ji 7 parêzgehên pir tehlûke ên Îranê ku zaftirîn rêjeya tûşbûyên Îdzê li xwe digire hate nasîn.

Şarezayên Îdz û karûbarên pizişkî li ser vê baweriyê ne ku, hekî bername û pilanek guncaw û serdemiyane bona rêgirtin ji geşekirina HIV di Îranê de, ku berhema geşekirina bikaranîna madeyên hişber û peywendiyên cinsî ên kontrol nekirî û herweha zêdebûna rêjeya zarokên kar e nehê darêtin, eva cihê nîgeraniyê ye û Îdz gefek micit e bo ser pêşeroja xelkê Îranê bi giştî û zarokan bi taybetî.