Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja cîhanî a penaberan

16:39 - 24 Hezîran 2013

Çeko Ehmedî

Roja 20’ê Hezîranê, ji aliyê rêxistina NY ve, weke roja cîhanî a penaberan hatiye diyarîkirin. Li gor pênaseya sereke a penaberan; “Penaber bi kesekê tê gotin ku ji welatê xwe bi sedema kêşeyên siyasî, olî, civakî, regezî, ziman û pirsên netewî ji aliyê deshelat an jî girûpekê ve dikeve ber gefan û bi neçarî û yan jî bi dilxwazî ber bi welatek din diçe.

Piştî şoreşa gelên Îranê di sala 1979’an de, deshilat di Îranê de kete destê taqimek dîktator de û her di despêka deshilatdariya xwe de selimandin ku tu baweriyek bi azadiyên siyasî, civakê, hizbî û takekesî nînin û bi girtin û kuştina xelkê deshilata xwe sepandin.
Deshilatdariya nû di Îranê de, her di despêkê de bi qasekê dijî mirovî bû ku, li seranserê Îranê û bitaybet Kurdistanê, xelkê azadîxwaz û cudabîr rewşa han qebûl nekirin û di encam de Kurdistan bûye qada şoreşa azadîxwazên Îranê bi giştî. Berxwedana xelkê Kurdistanê li hember dîktatoriya melayan bûye sedem ku rejîm bi tewahiya hêza xwe êrîşê bike ser Kurdistanê û mixabin axa Kurdistanê cardin hate dagîrkirin.

Ev rewşa han bûye sedem ku beşek ji xortên Kurd bona xebat li dijî Komara Îslamî, bi neçarî rû li Îraq û Herêma Kurdistanê bikin, lê serbarê berdewambûn li ser xebata xwe, digel gellek arîşe û pirsgirêkên curbicur berbirû bûn ku emê îşarê bi çend xalekan bikin.
Di warê derûnî de: Eşkere ye ku wargeha, Kultûr û cihê jidayîkbûnê, rolek girîng li pêkhatina kesatiya mirov de dibîne. Lewra ew kesên ku rû li dervey welat dikin, bitaybet ew kesên ku bi neçarî sînorên welatê xwe dibezînin, digel aloziyên nasnameyî berbirû dibin û nikarin şunasa cihê ku lê akincî dibe wergire û herweha digel kultûr û nasnameya xwe jî hêdî hêdî bîhanî dibe û di encam de digel arîşeyên derûnî bitaybet nexwşiya Xemokiyê barbirû dibe.

Hejmarek ji wan kesan ku bi sedema karên siyasî li Rojhelatê Kurdistanê ve ber bi Îraqê penaber bûne û li Herêma Kurdistanê akincî ne, piştî derbazbûna 30 salan, hêj xwediyê regeznameya Îraq û Herêma Kurdistanê nînin û bona birêvebirina karûbarên xwe ên rojane, digel arîşeyên zaf berbirû ne. Eva di demekê de ye ku di piraniya welatên cîhanê de, midehek bona wergirtina regeznamê bo penaberan hatiye diyarîkirin. Erkê ser milê tewahiya welatên endam di NY de ye ku carnameya cîhanî ya mafê mirov derheq penaberan berçav bigirin, lê mixabin li herêma Kurdistanê bona çareseriya pirsgirêkên Kurdên Rojhelatê kêmtirîn pêngav hatiye avêtin.

Beşek din ji Kurdên Rojhelatê Kurdistanê ku bi salane rewşa xebata xwe guherîne, di kempên curbicur de akincî ne û xizmetguzariyên kempên wan di astek gellek nizm de ye û piraniya wen neçarin karên curbicur û zehmet bikin. Ji ber ku bi sedema nebûna regeznameya Îraqî, nekarîne weke kesê din ên Îraqî bi rihetî dirêjiyê bi xwendinê bidin û bibin xwediyê karek fermî. Lewra pêşeroja wan jî pêşerojek tarî û nediyar e.

Bê gomanher penaberek bi hêviya vê rojê dijî, ku bi karê rojekê vegere welatê xwe û li jêr deshelatek demokratîk û xelkî de jiyanek aram derbas bike.