Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja “Zimanê Daykî” li zanîngeha Peyam Nûr a bajarê Sine bilind hate ragirtin

14:34 - 24 Şibat 2017

Kurdistanmedia: Roja Sêşemî berwarê 21’ê Şubata 2017’an, di rêûresmek taybet de roja cîhanî a Zimanê Daykî li zanîngeha Peyam Nûr a bajarê Sine bilind hate nirxandin.

Di vê rêûresmê de “Şino” seroka Encumena Gotûbêjên Çandan çend gotinek pêşkêş kirin, û piştre serokê zanîngeha Peyan Nûr D.r Muradî axivî, û di gotinên xwe de nerasterast piştevanî da siyasetên rejîma Îslamî ya Îranê.

Paşan yek ji beşdarên rêûresmê ku bi xwe xwendekar bûye di bersiva gotinên Dr.Muradî de serbarê sipasiya ji pişikdariya xelkê di vê rêûresmê de, bi bilindkirina hinek beneran ku dirûşmên taybet bi zimanê daykî liser wan hatibû nivîsandn, nerîzîbûna xwe anî ziman û got; “Kurd daxwaz dike ku zimanê Kurdî bi fermî were naskirin, û di hemû qonaxên xwendinê de, bo mînak weke Herêma Kurdistana Îraqê, bê xwendin.

Ew xwendekarê navbirî serbarê vê ku amaje bi xemsarya rejîmên zal biser Kurdistanê de kir, da zanîn ku, ew rejîm hertim dixwazin zimanê Kurdî asimîle bikin.

Hêjayî base ye ku her li dor zimanê daykî û gefên ku liser beşek ji zimnên di Îranê de ne, “Qasim Mensûr Alê Kesîr” yê lêkolerê çandî û pirsgirêkên civakî li Îranê, seba jinavçûna hinek ji zimanên kevnar û dewlemend di Îranê de, hoşdarî da.