Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojavayê kurdistanê, derfetek din yan metirsiyek din?

12:42 - 26 Kanûna pêşîn 2012

Wî: Moitesem Nûranî

Çekdarên artêşa Azad a Sûriyê li Serê Kaniyê nehatibûne ku şer tevî dujminê xwe ê sereke, wate leşkerên Beşar Esed bikin. Ew hatibûn êrîşî ser Kurdan bikin û tevî Kurdan şer bikin.

Ew rikeberiya ne tenê dibe sedema şerek tundûtîj û tewaya Sûriyê bi xwe ve digre, belkû çavnihêriyên gellek bi tirs piştî herifîna rejîma Beşar Esed jê çê dibe. Ji ber ku niha hêdî hêdî ew tirs dibe rastiyek, li nav girûpên qewmî de ku li hemberî yektir de her hemû jî çekdar in, rîzbendiyan serî hilda ku piştî nemana rejîma Esed li ser deshilatê rikeberiyeke xûnîn pêk tê.

Kurd li bakûra Sûriyê, hêvîdar bûn ku li şerê xûnîn ê navxwe li Sûriyê de bi dûr bin. Eva amadekarî kiribûn ku piştî nemana rejîma Beşar Esed û serkevtina şoreşa li Sûriyê de, bi awayek aram hikumetek otonim ji xwe re pêk bînin. Lê hêdî hêdî gellek bê rehmane, ew ber bi şerekî nexwastî ve têne rakêşan. Niha ew yek weha tê şirovekirin ku otonomiya wan jî bi armanca Balkanîzekirina welatê wan e.

Dîvlî Fazil Elî ciwanekî 18 salî ku ji tirsê şer reviyaye, niha li kempa penaberên Kurd de rûniştiye, dibêje: “ em hikumetek Kurdî dixwazin, em dixwazin ku me xwendegeha xwe hebe û bio zimanê xwe bixwînin, nexweşxane me hebin. Em hikumetekê dixwazin ku me wek neteweya Kurd qebûl bike, û îtirafê bi pênase û şûnas aKurd bike”.

Ew şer û kêşeya di navbera Kurd û Ereb li pêşeroja Sûriyê de encamek nediyar lê dikeve. Niha opozisyona dijî Beşar Esed rojane bihêztir dibin, û têhn û gurriyek nû bi xwe ve digrin û hikumeta Sûriyê jî roj bi roj lawaz dibe û nikare kontrola welat bike. Çavkaniya leşkerên rejîmê ketiye dest serhildêran de, û gemaroya Dîmeşqê dane û ber bi balafirxanê diçne pêş. Lê opozisyona Sûriyê ku beşa herî zêde ya wê ji Erebên Sunnî pêk tê, û beşek bi bandor ji tundrewên Îslamxwaz û Elqaîdeyê di nav de ne, ne tenê dûrdîmenek bi tehlûke ji bo rijava heye, belkû li pêşerojê de, Mesîhî, Kurd, Şîe, û Dirûzî yek digrin.

Li şerek weha xûnîn li navbera hikumet û opozisyonê de heya niha zêdetir ji 40 hezar kesî hatine kuştin. Wek şerê tayifî û ayînî li Îraqê, piştî dagîrkirina wê ji aliyê Amerîkayê ve. Şerê wan dawiyane ê Kurd û Ereban li Sûriyê gellek wek şerê navxwe ê Îraqê diçe. Jiber ku Sûriye jî çend neteweyî ye, çend ayînî û çend kulturî ye, û her hemû jî nîrê êxsîriyê li ser milê wan bûye.


Lêkoler ditirsin ku ew agir bilez herêmê dabigre, ku nîşaneya bûyerek tal e, û jêve ne ku şerek xûnîn, û tund a netewî, ya tîre û taqmên ayînî lê dikeve, û aliyê din yê sînorên Sûriyê bixwe ve digre, û bi taybet Kurd jî tevlî vê aloziyê dibin. Kurdên başûr bona bergiriya ji Kurdên Sûriyê tûşî şer dibin, herweha ew kêşe Turkiyê jî bixwe bigre. Jiber ku herêmeke otonom li Sûriyê dibe sitarek baş ji bo Kurdên Turkiyê.

Marya Fantapî lêkolere Îraqî ye ji girûpa aloziyên navnetewî de, ku alîkariya amadekirina raporekê dide li Kurdên Sûriyê, dibêje: “tehlûkeya berengarbûna Kurd û Ereban li Sûriyê li vê yekê de ye, ku renge Kurdên Sûriyê bo parastina xaka xwe daxwaza hêza alîkar ji Kurdên cîran bike.

Kurdên şerker li başûrê Kurdistanê li warê leşkerî de hatine perwerde kirin ku li dema xwe de bo Sûriyê bêne şandin ku ew yek jî kêşeyê aloztir û kûrtir dike.

Ew dibêjin ku berî serhildana Sûriyê, Kurd li serê kaniyê bi awayek aştiyane bi Erebên cîran re dijiyan, lê vî şerî ew pêwendî tevlîhev kirin. Serhiladên herêmê derfetek da Kurdan ku xewnê bi Kurdistanek yekgirtî û serbixwe ve bibînin ku ew yek jî, berev rastiyê diçe. Kurd li Sûriyr, Îraq, Turkiye û Îranê de xebatê dikin bo destveanîna deshilat, ew yek digrin û li Rojhilata Navîn de dewletek bihêz a Kurdî pêk tînin.


Dr. Berhem Salih serokwezîrê pêşîn ê hikuemta herêmê dibêje: “di sedsala bîstemîn de zulm ji Kurdan hatiye kirin, mafê me, şûnasa netewî ya me, pênaseya me, bi awayek hovane hatiye binpêkirin, piştî vê hemû qurbanîdanê, û wan hemû êş û azaran, niha dema vê hatiye ku Kurd jî bibe xwediyê mafên xwe ên netewî û rizgar bibe”.

Li wir li nav vê mij û dûmanê de Kurd têne tawanbar kirin, û serhildêr dibêjin ku Kurd alîkariya rejîma Beşar Esed dikin. Kurd jî ji vê nîgeran in ku serhildêr tu bernameyeke wan li derheq mafê Kurdan piştî nemana Beşar Esed tunine. Di hemen dem de girûpeke bihêz a çekdare Kurd ( PYD), KU çiqeke pkk’ê, nêzîk bi 30 salî ye ku bo mafê netewî ê Kurdan li Turkiyê de xebatê dike.

Turkiye jî PYD’ê bi alîkariya tevî rejîma Beşar Esed tawanbar dike. Ew yek jî bûye hêcet bo vê piştgiriya berfire ku Turkiye ji serhildêrên Sûriyê dike û ew yek jî bûye sedema destêwerdana Turkiyê li nav kirîza Sûriyê de û nîgeran in ji rewta parçeparçebûna Sûriyê. Heke Kurd bikarin bigîjin mafê xwe, wê rewşek aloz ji bo Turkiyê çê bibe.

Kurd dibêjin ku serhildêrên Sûriyê ku hatine Serê Kaniyê, beşek ji wan îslamiyên tundrew bûn. Piştî ezyetkirina xelkê gundê wan şevitandin û talan kirin. Bi zorî dixwazin ku Kurdistanê bikêşne nav şerek xûnîn û nexwastî, jiber ku Kurdistan aram e û Kurd mijûlî jiyana asayî a xwe ne, hem Turkiye û hem serhildêr dixwazin aloz bikin.

Kurd hem ji aliyê rejîma Beşar ve hatine çewsandin, û hem jî serhildêran tu tişt ji bo pêşeroja Kurdan tuninin.

Çavkanî: www.nyTimes.com