Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojev

13:21 - 9 Îlon 2012

Remza serkevtinê, tifaq e


Newroz Bawer


Yêkrêz kirina nava mala Kurd, desteber kirina mafê çarenîvîsê ye.
Li rojhelata Kurdistanê pêngavên dilxweşker têne avêtin û kiryarên hevkarî û hevxebatiyê di nava çeperên berxwedanê de xwe bihêztir dikin.

Her wek tê zanîn PDK Îranê di van demana da xebatek xurt dike ji bo pêkanîna kongira xwe ya 15’an.
Her wusa lihevhatin û rêkevtina di navbera her du hêzan, PDKÎ û KOMELÊ da dilê dostan xweş dike û tirs û lerzê dixe nav dilê rejîma kevnepereste Komara îsalamî û hizrên ku mafnenasên gelê Kurd û Kurdistanê ne.

Pêngaveke wusa pir bi rumet ku ji aliyê sekretêrên tekoşere her du aliyan, rêzdaran Mistefa Hicrî û Ebdullah Muhtedî ve hatiye avêtin, di qonaxa îro da gelek dîrokî ye û cihê keyfxweşiya her Kurdekê ye û bi xasma li Rojhelata Kurdistanê moral û hêviya gelê me berztir û bihêztir dike.

Di qonaxekê wusa da rewşa cîhanê û devera Rojhelata Navîn û bi xasma ew welatên ku Kurdistan di nava xwe da perçe kirine, vê tifaq û hevxebatiyê hewcedar dike. Dîrok ji bona desteber kirina mafê çarenivîsa netewî û bidestve anîna mafên siyasî û civakî û çînayetî û cinsî vê erkê di ser hêzên Kurdistanî li rojhelata Kurdistanê da, wek erk dadisepîne.


Bê guman erkê hêzên berpirsiyar mezintir e. Ev pêngava ku di navbera PDKÎ û KOMELÊ da hatiyê avêtin wê bibe stûna bingehiyê xebata kom û rêxistin û hêzên Kurdistanî li Rojhelatê.
Pêymana di navbera herdu hêzan da, bi vekirî ji bo qonaxên xebata dûr û nêzîk e, tevgera rizgarîxwaze Kurdistanê bi xalên destnîşan kirî wek erk dispêre herdu aliyan.
Ev karekî hêsan nîne, desteber kirina berhemên vê rêkevtinê dilsozî û li hevbaweriyek pir bihêz dixwaze.

Ez bawer im rêvîngên rêbaza Qazî, Qasimlo û Şerefkendî, vê yêkê texsîr nakin, her wusa ez bawer im ku her du alî, wê delîvê nadin gurgên dev bixwîn ku di vê dema bi mij û dûman da bi ya dilê xwe bikin.
Bi xasma ku niha pêşkevtinên ku li Başûra Kurdistanê çêdibin, hevxebatiya ku di navbera hêzên kurd li Rojavayê Kurdistanê da pêkhatiye, di dema hilweşandina text û bextê Esadê xwînrêj û rejîma Beisa Suriyê, di ser netewa Kurd da di nav mala Kurdan da tifaqê dadisepîne. Ji xwe me Kurda jî, ji bilî vê ku di nava mala xwe da rêzên xwe bikin yek, çi şansekî dinê nîne û eger ku em vê delîva dîrokî jî ji dest bidin, gelek mixabin.

Di salvegera 67’mîn saliya damezrandina HDK Îranê da baştirîn xelat e jî bo şehîdên sorxelate Kurdistanê. Ji ber ku gel li armancên pîroz nêzîktir dike.
Her wusa pêngaveke dinê ya rêveberiya PDK Îranê di van rojana da, ku ber bi 15’mîn Kongira xwe diçe, biryara vê dane ku dest bi gotibêjê di navbera xwe û ew hevalên ku 6 salan berî niha ji nava refên wan da cuda bibûn, bikin. Armanc ew e ku di nava mala xwe da tifaqê cihgîr bikin, xwe ji caran bi hêztir bikin.
Ji bona vê pêngavê jî destxweşiyê ji rêveberîya PDKÎ dikim.
Bê guman dema wê di ser da çûye, ku nesaxiyên xweperestiyê û berjewendiyên kesayetî, bikare pêşiyê ji hevxebatî û hevsengeriya berxwedan û tekoşînê bigre. Dîroka 67 saliya PDKÎ ku her tim di nava qada xebatê da berxwedaye û xwîna Pêşewa Qazî Muhemed, Qasimlo û Şerfekenî belgenama haşahilnegirê vê rêbazê ye, ku her tim ji bon berjewendiyên gel û netewî, li hemberî dagîrkerên Kurdistanê da stuxwar nebûne.

Di dîroka Hizbê da ev bûyerana dem-dem serhildane, Hizbê di temenê jiyana xwe ya 67 sal xebata bêrawestan da, selimand ku dibe ji bilî hevxebatiyê û hevsengeriyê, çi luksekê me kurda nîne di qada xebatê da.
Ez hêvîdar im ku ev lihevhatine misoger bibe û tevgera Rojhelata Kurdistanê ji caran bihêztir be.
Ev erkekî dirokî ye. Nexşe li me Bakûriyan be!
Her wusa serkevtin ji bo 15emîn Kongraya PDK Îranê dixwazim.
Nivîsa han ji malpera dengeazad hatiye wergirtin.