Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rola Miqestokên bê nav ên Îmam Zeman di berev pêşvebirina siyasetên Komara Îslamî de

14:08 - 9 Hezîran 2013

Adil Muradî

Gelek caran bi bihîstina navê sîxoran, rûçikê mêrekê di mêjiyê me de çêdibe. Eva di demekê de ye ku bi dirêjahiya dîrokê kêm nebûne ew jinên ku bo bidestveanîna zaniyariyên nepenî ên welatan ji rêyên curbicur û anîn û birina zanyariyan qedera şer û rewşa welatan beravajî kirine.

Du sedemên sereke bona bikaranîna jinan bo kar û barên sîxoriyê hene: Yekemîn ev e ku jin kêmtir cihê şik û gumanê ne. Bo mînak, bi dirêjahiya şerê duhemîn ê cîhanî egera vê yekê hebû ku mêr beravajî jinên Feransewî pitir bikevin ber lêkolînan, lewma ji wî çaxî pêve hejmara jinên sîxor bi avayek berçav ber bi zêdebûnê we çû. Sedemek din jî ev e ku hertim jin dikarin bi mifahwergirtin ji xweşikî û balkêşiya rûçikê xwe ê jinanî, mêran bixapînin û zaniyariyan ji devê wan de derxînin.

Em dikarin jinên sîxor bi ser du desteyan de parve bikin, jinên sîxor ên asayî û sîxorên ku heyamek berî niha bi “miqestok” hatine naskirin. Miqestokan hertim bi liberçavgirtina kêmasiyên siyasetvan û rayedarên şehwetbaz û bi mifahwergirtin ji şiyanên xwe ên cinsî, karîne ku pilanê sîxorî ên welatê dilxwaze xwe cîbicî bikin.
Li gor gotinên Miqestokekê xwe xweşikkirina jinan yek ji rêyên herî goncav di karûbarên sîxorî de ye, ew jina sîxor herweha dibêje ku, jin di hindek me’muriyetan de bêtir ji mêran kar dikin. Bo mînak mêrek ku dixwaze ji herêmek qedexe derbas be, xwediyê şansek kêm e bona peydakirina rêya rast, lê şansa serkevtina jinek dev bi kenî û xwe xweşik heye.

Eva ku li gor şahidên dîrokî em dikarin bêjin ev e ku, sîxorî û perwerde kirina Miqestokan, bûye çekek nepenî di destê deweletan de û her welatek bi awayek teybet bi xwe mifahê jê disitîne. Ev rastî ku heta mêrên herî bi hêz jî renge li hember balkêşiya jinan de teslîm bin, û eva ku jin bi sedema hêza xwe ya çend alî cudahiyek zêde ji mêran hene, û li şerê nerm û veşartî de tên bikar anîn, lewma hokara sereke bona handana dewletan di ware perwerde kirina sîxoran jin in. Di vê navberê de hikûmeta terorîst a Komara Îslamî jî li vê çarçoveyê bider nine. Bi awayekî ku di çend rojên derbazbûyî de nûçeya desteserkirina tîmek ji jinên Îranî ên ser bi Sipaya Pasdaran, li Bajarê “Îxdîr” a Turkiyê, bi tawana sîxorî li ser rayedarên leşkirî, ewlehî û dewletî ên wî welatî, li jêr navê rûspîgerî û zewicînên demekî digel wan rayedaran, belgeyek din ji karên qirêj ên Komara Îslamî li cîhanê eşkere kir.

Komara Îslamî derheq mifahwergirtina ji taybetmendiyên fîzîkî û rûçikî ên rejîmê, û perwerde kirina jinên rûspî, bi tenê wan bo emelyatên derveyî sînoran bikar naîne, belkî di navxwe a Îranê û bitaybet herêmên Kurd akincî jî siyaseta geşandina fesad û fehşa û hiloşandina bingeha malbatî bi kar aniye, jiber ku di civakekê de dema bingeha malbatê lerizî, arîşe derkevin holê û eva jî mînakek e ji şerê nerm êKomara Îslamî tevî netewa Kurd.

Bi çavpêxişandinek bi ser sêrwîsên îtila’atî û ewlehî yên Komara Îslamî, ew yek derdikeve ku bona hingavtina armancên xwe ên qirêj di navxwe û derveyî sînoran de, ji tu karekê destê xwe naparêze û mifahwergirtina wek emraz ji hunermend, zana, jin û zarokan bona sîxorî û bidestveanîna zanyariyan, yek ji fêlên Komara Îslamî ye.
Cihê hêvîyê ye ku jin bikarin bigîjepileya bilind a mirovî û hiqûqî ya xwe, da ku derfeta jiyanê bo nifşên pêşerojê bê dabînkirin.