Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûniştina fermî a PDK Îranê li gel hevalên cudabûyî

15:23 - 19 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Heyetek payebilind a PDK Îranê bi serperestiya birêz “Mihemednezîf Qadirî” bi awayek fermî li gel hevalên cudabûyî rûniştin lidarxistin.


Li gor rapora Kurdistanmedia, Roja Sêşemî berwar 18’ê Îlona 2012’an, heyetek PDK Îranê bi serperestiya birêz “Mihemednezîf Qadirî” Endamê Deftera Siyasî seredana hevalên cudabûyî ji PDK Îranê kir û ji aliyê heyetek hevalên berê bi serperestiya birêz “Mistefa Mewlûdî” hatin pêşvazîkirin.
Di wê rûniştina fermî de, birêz “Mihemednezîf Qadirî” armanc ji wê seredan fermî ku hewildan bo çareseriya pirsgirêkan di riya diyalog û girîngîdan bi vê rêkara ku xizmet bi yekîtiya PDK Îranê û tevgera mafxwazane a xelkê Kurdistanê ye, şirove kir û di axaftina xwe de got: Rêberiya PDK Îranê bi awayek micit ji wê pirsa netewî re hewil dide û hêvî dike ku hevnîştimaniyên me jî bi vê nêrînê gavan di vê pêxemê de hilînin.
Piştre birêz “Mistefa Mewlûdî” tevî nîşandana keyfxweşiya xwe ji wê seredanê, di basê li ser hewcehgiya rûniştina han de ra û boçûnên xwe di vê pêwendiyê de xistin ber raya hevalêln partiyê û piştre beşdarên civînê ra û pêşniyarên xwe bas kirin.
Piştî 2 demjimêran civîna han di rewşek dostane de dawî bi karê xwe anî.