Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiyê îtiraf bi metirsiya bernameya navikî a Îranê kir

22:03 - 25 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Serokê Giştî yê Hêzên Çekdare Rûsiyê got ku bernameya navikî a Îran û Koreya Bakûr metirsî ji Rûsiyê re jî heye.


Li gor rapora “Radyo Almaniya”, Serokê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Rûsiyê gotiye ku metirsiya destpêregihîştina rejîma Îranê û Koreya Bakûr bi çeka navikî heye û hewce ye ku Rojava bi hevbeşî dest bi cihgîrkirina mertalên dijî mûşekî bike.
Nîklay Makarof di got û bêjek televîzyûnî de, roja Sêşemî ragihand ku metirsî ji bermnameya navikî a rejîma Îranê û Koreya Bakûr heye. Û seba metirsiya han Rûasiye bi hûrî geşekirina êmkanatên navikî ên pirraniya welatan dişopîne.
Eva cara yekemîn e ku rayedarek Rûsiyê bas ji metirsiya bernameya navikî a rejîma Îranê û Koreya Bakûr bike.
Qesra Kirîmlîn heya niha mertala dijî mûşekî a Rojavayê li welatên Ewropayê nedipejirand, lê Makarof dibêje ku vekolînên ku me tev Amerîkayê kirine, eyan dike ku metirsiya bernameya navikî a Îran û Koreyê hebe û me hewcehiya mertala dijî mûşekî pejirand.
Navbirî herweha amaje kir ku ger çekên navikî bikevin destên tunajoyan de, eva ewlehiya navnetewî dê bikeve metirsiyê.
Serokê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Rûsiyê got, Rûsiye beşek ji Ewropayê ye û daxwaz kir û got: Werrin ku riyek hevpar bibînin ji bo metirsiya ku îmkana wê heye netenê bo Ewropayê, belkî ji Rûsiyê re jî hebe, jihev bihên.
Navbirî îsal xwazyarê hevkariya Îranê bi Ajansa Navnetewî a Enerjiya Navikî bû û nigeraniya welatên Îsraîl û Rojavayê bi micit dabû zanîn.
Welatên Rojava û Îsraîlê berdewam amaje kirine ku ji bo pêşgirî ji bernameya navikî a rejîma Îranê îmkana her riyekê ji bo çareseriyê heye.
Barak Obama xwazyarê dem ji bo tehrîmên li ser Îranê ye û êrîşa nîzamî weke dawîn riya çereseriyê tîne ziman.