Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şanda PDKÎ di merasima salroja koça dawyî a Mela Mistefa Barzanî de beşdarî kir

10:32 - 5 Adar 2019

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ, ji aliyê taya 7 a Partiya Demokrat a Kurdistanê, li Kanada û Amerîkayî, bo beşdarîkirina li merasima 40.mîn salroja   koça dawyî ya Mela Mistefa Barzanî, hate gazîkirin.

Roja Şemî rêkefta 12`ê Reşemeha 1397`an, şandeke PDKÎ, bi awayî fermî ku ji aliyê taya 7 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, li Amerîka û Kanadayî hatîbû gazîkirin, bi serperestiya “Şêrko Pûrdil” berprisê komîteya PDKÎ, li bajarê “Ferfax”ê  di merasima 40.mîn salroja  koça dawiyî a “Mela Mistefa Barzanî” de beşdarî kir.

Di vê merasimê de, peyama komîteya PDKÎ, ji aliyê “Naîb Moşayêxî” kadrê berê yê, PDKÎ pêşkêşî beşdaran hate kirin.