Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeka Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, serdana Deftera Siyasî a PDK Îranê kir

19:59 - 28 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Li rûniştina navbera PDK Îranê û Komelê de rewşa Kurdistanê, Îranê, dever û pêywendiyên navber hêzên siyasî û alîkariya navbera her du aliyan hat nirxandin.
Li gor nûçgehaniya malpera Kurdistanmedia, roja çarşemî 27’ê Şibat a 2013’an, Şandeka Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê bi serperestiya rêzdar “Ebdulla Muhtedî” serdana Deftera Siyasî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir û ji aliyê heyeta Partiyê ve bi serperestiya rêzdar “Mistefa Hicrî” hatin pêşwazîkirin.
Di vê rûniştina dostaneya her du aliyan komek bas û gotar ên pêywendîdar bi rewşa Kurdistanê û deverê hat ber bas û gengeşe kirin.
civîn bi şirove kirina rewşa Kurdistana Îranê , Îran bi giştî dest pêkir ku di vê beşê de karên heyeta hevbeşa du aliyan ku bo gelalekirina alîkariyên çend mehên derbas bûyî pêkhatibû bi erînî hat helsengandin û cardin du aliyan pêdeçuna li ser karên hevbeş û nirxandina rêkevtinnameya hevbeş kirin.
Pişka din a basan hatibû terxankirin bo bas li ser deverê bi giştî û rewşa Kurd li welatê Sûriyê û Turkiyê, ku her du aliyan awat xwastin ku piroseya gotûbêjên Kurd û dewleta Turkiyê berdewam be û bi bigehîte encameke dilxwaz.
Baseka din a vê civînê li ser pêywendiyên navbera hêzên Kurdistanê û destnîşankirina hindek aliyan bo alîkariya zêdetir a har du aliyan li asta Kurdistanê û li gel hêzên din yên opozisyona Îranê di peşeroj de dibe ku jibo her yek ji van aliyane heyeteka hevbeş hat raspardin bo birêvebirina karên hevbeş yê diyarî kirî kombûn.