Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke payebilind ya PDKÎ beşdarî di merasima sersaxiya Mam Celal di Fransayê de kir

19:39 - 11 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ bi serperestiya Hesen Şerefî beşdarî di merasima sersaxiya Mam Celal de kir.

Demjimêr 5`ê êvariya roja Duşemiyê 17`ê Rezberê rêûresmek bona rêzgirtina ji xebat û tekoşîna Mam Celal di hola bajardariya 15 ya Parîsê ji aliyê nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Enstîtûya Kurd li Parîsê bi rê ve çû.

Hesen Şerefî derheq taybetmendî û kar û tekoşîna Mam Celal gotarek pêşkêş kir.

Di vê merasimê de dehan kes ji kesayetiyên siyasî û nûçegihanî û parlemantarên Fransî û çendîn kesayetiyên Kurd beşdar bûn, û li ser taybetmendiyên Mam Celal qise kirin.

Sanda PDKÎ di vê merasimê de digel hejmarek ji kesayetiyên firansî û kurd hevdîtin pêk anîn.