Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ di kongireya Progressive Alliance de beşdarî kir

16:04 - 14 Adar 2017

Kurdistanmedia: Rojên 12 û 13`ê Adara sala 2017`an şandeke PDKÎ ku pêk hatibû ji Luqman Ehmedî endamê komîteya Navendî a PDKÎ û berpirsê pêwendiyên derve ên welat, û Hîwa Behramî cihgirê berpirsê pêwendiyên derve û nûnerê PDKÎ Li Alman û Utrîşê, beşdarî di yekemîn kongireya Progressive Alliance de kir, ku di bajarê Berlînê de pêk hat.

Di destpêkê de, berpirsa pêwendiyên derve ên Partiya Sosyal Demokrat a Alamn, û rêkxerê giştî ê Progressive Alliance ”Wînov” bixêrhatina hemû beşdaran kir, û îşare bi vê kir ku zêdetir ji 100 partiyan li he rçar aliyên cîhanê endamê Progressive Alliance ne ne.

Navbirî serbarê vê ku bas ji sedemên cudabûna ji Enternasyonala Sosyalîst kir, bas ji vê jî kir ku mecal û derfeta reforman di vê saziyê de nemaye, û vê rêkxirawê nekariye xwe tevî guhertinên cîhanê rêk bixe.

Di beşeke vê kongireyê de, Luqman Ehmedî bi nûnertiya PDKÎ gotarek pêşkêş kir. Navbirî di destpêkê de, kêfxweşiya xwe anî ziman di vê derheqê de ku Progressive Alliance kongire pêk aniye, û got: PDKÎ li ser vê baweriyê ye, ku xetên giştî bo siyaseteke pêşkevtinxwazane, dibe di siyaseta fermî ya hemû partiyan de reng bide. Çê nabe ku beşek ji endaman di Progressive Alliance de xeteke giştî pesend bikin, ku bas ji nehêlana dîktatoriyê û zulm û zordariyê bikin, lê di heman demê de, beşek ji partiyan bi taybetî beşek ji hizbên Ewropî ên endamê Progressive Alliance hewl bidin, baştirîn pêwendiya wan digel welatekî dîktator wekî Komara Îslamî hebe, û guh nedin tekoşîna neteweya Kurd li Rojhgilata Kurdistanê de.

Di beşên cur bi cur de, gellek kesayetiyên wekî serokwezîrê Swîdê, berpirsê giştî ê Partiya Sosyal Demokrat a Swîdê Monîka Xaviyer, Sekreterê giştî ê Partiya Sosyalîst a Irogowayê, berdevkê Kongireya Neteweyî ya Hind (Partiya Gandî), Rêberê Hizba Kar ya Norwêjê, serkomarê pêşîn ê Komara Tanzanyayê Wîlyam Mikapa axavtin kirin.

Di heyama du rojan karê kongirê de şanda PDKÎ digel çendîn partiyên endam di Progressive Alliance de hevdîtin pêk anîn.

Hêjayî basê ye ku PDKÎ di destpêka avakirina vê rêkxirawê ve, endamê fermî ê vê rêkxirawê bûye bi maf dengdan û xwe kandîdkirinê bo hemû postên vê rêkxirawê.

Progressive Alliance roja 22`ê gulana 2013`an hatiye avakirin.