Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Kengawer

16:17 - 24 Hezîran 2013

A: Adil Muradî

Şaristana Kengawer yek ji şaristanên parêzgeha Kirmanşah a Îranê ye. Nawenda ve şaristanê bajarê Kengawer e, ev şaristana kevin li qerax ziyaretgeha Anahîta hatiye çêkirin û kevnariya wê vedigere bo 1126 sal berî niha û geşekirina vê perestgehê di sefernameya “rêya rojavayî ya Ebrîşem” de hatiye nivîsandin, belkî yek ji sedemên vê ku perestgeh li vir hatiye çêkirin eva be ku bajarê Kengawer xwediyê gellek kaniyan e.

Hilkefta coxrafiyayî ya şaristana Kengawer

Kengawer di navbera rêya Kirmanşah û Hemedan û li ser rêya dîrokî ya Higmtenê Tîsfon hilketiye û rûberê wê 884000 kîlometr e û li bakûr tevî Esedawa û li başûr tevî Nehawend û li rojava tevî Sehne û Hersîn û li rojhelat tevî Tûysirkan hevsînor e
Sedemên binavkirina Kengawer zaf in, lê heke ji peyva “Kan Goher” ve hatibe, nîşaneya ciwanî û paqijî û şiyan û hêza bêmînak ya vê deverê di Îranê de ye. Heke ji peyva “Gong wer” ve hatibe, (Gong çemek mezin e li hindustanê) nîşaneya giranbihayî ya çavkaniyên ava vê deverê ye. Ya balkêş eva ye ku perestgeha Anahîta jî bi şanaziya firişta av û baranê li ser vê xetê hatiye çêkirin. Belkî jî em bikarin bivêrî û “Cengawerî” ya xelkê vê deverê li dirêjahiya dîrokê di hember êrîşkaran, wek reh û rîşeya hevoka “Kengawer” hilbiêrin û...hwd.

“Îzîdor Xara” kesî coxrafînas ê Yûnanî yekem car di sala 37’ê Zayînî ji Kengawerê derbaz bûye û ev bajare wek “Kengawer bi nav kiriye.
Bêguman nêzîkbûna Kengawer bi “Higmetanê” nawenda hikûmeta Mad, û hilkevtina bajar li ser şarêya pêwendiyên Higmetane - Beynol Nehrîn di avedaniya wê de bandor hebûye.
Şûnwar û awahiyên dîrokî: Perestgeha Anahîta, Godnîn tepe, pira dîrokî ya kûçe, girê Karxane, Hemamên dîrokî û çandî ên Tewekol (kevn), hac Esxerxan, Mêydan, Hesen xan, sercoba mezin, kanaçimeran û mala kevn ya Xolamhusênxan Sarî Eslanî û bazara kevnar ya Kengawer û... hewd.
Cihên geryanê: Serabên Fiş, kotirlane, Maran, Xorem ava, Qere Gizlûyî ser û xwarê, baba Elî û rûbarê Xorem rûd.