Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Merîwanê

12:13 - 12 Çirriya paşîn 2012

Mecîd Cinîkanlû


Şaristana Merîwanê yek ji şaristanên parêzgeha Sinê a Rojhilatê Kurdistanê ye ku li rojavayê welatê Îranê cih girtiye û navenda vê şaristanê bajarê Merîwanê ye. Merîwan li bakûr tevî Seqiz, li rojhilat û bakûrê rojava tevî Sine û li başûr tevî Pawe û Newsûd û li Rojava tevî başûrê Kurdistanê cîran e.

Nifûsa vê Şaristanê li gorî serjimêriya sala 1385 a Rojî, 153271 kes e ku li du bajarên Merîwan û Çinare û du herêmên navendî û Serşîwê akincî ne.

Xelkê Merîwanê yên ku li gundan jiyanê dikin piranî Ajeldar û Werzêr in ku ji vê rêyê dahata malbatên xwe peyda dikin û hin ji wan jî li ser sînorên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê seba nebûna derfetên baş ji bo dahatê,bi neçarî kasibkariyê dikin, lê rejîma Îranê wan bi Qaçaxçî bi nav dike û gellek caran wan dide ber destrêjê û wan dikûjin.

Werzêrên li herêmê pitir Gîz, Tûtin Ferengî,Tirî, Sêw û hwd... diçînin. Her wisa li gelek li zewiyên herêmê de Genim û Ceh û Nok û gellek tiştên din berhem tên ku parek mezin ji pêdiwiyên Şaristanê dabîn dikin.

Ajeldarên herêmê jî wek hemû gundên Kurdistanê Çêlek, pez û herwisa Mêşên Hingiv xwedî dikin.


Li pirtûka Mîrza Şûkirolahê Sineyî de hatiye nivîsandin ku li sala 1281’an a Rojî bi fermana Nasiredîn Şah li du hezar mêtriya gola Zirêwarê, Kelek leşkerî hatiye çêkirin û salekê paştir bi fermana Hecî Ferhad, mamê Nasiredîn Şah ev herêm berfirehtir kirine. Kela han bi Kela Şah Abad hatiye binavkirin.

Li cem Kelê jî hin malbatên herêmê tên akincî kirin. Paştir û bi derbazbûna çax li cem kela han Mizgewt,Hemam û hin cihên din tên çêkirin û hin malbatên din ji bo herêmê tên û li wir dest bi karê çandiniyê dikin û paştir seba zêdebûna xizmetgozariyan li herêmê xelk li wir akincî dibin.

Li ser navê Merîwanê bîr û ra zaf in û her kes bi awayekî navê wî bajarî tefsîr dike. Hin kes dibêjin ku Merîwan di eslê xwe de Mîroyan bûye. Jiber ku li herêmê darên daristanî yên wek Mazî, Ginî, Kezan hebûne û hin kes ji bo karê tecaretê serdana wî bajarî dikin, lê li wir akincî dibin û çimkû ew kes xelkê Merwê bûne, xelkê ew bi Merwan bi nav kirine û bi derbazbûna zeman ew nav bûye Merîwan.

Herwiha dibêjin ku seba gola Zirêwarê û hebûna qûpiyan li cem golê û hatina Mirîşkên avê li demsalên cûrbicûr jibo herêmê, ew herêm bi Mûrawiyan û paştir bi Merîwan hatiye binavkirin.
Herwisa pêka hin çavkaniyên dîrokî, Merîwan li berê bi Mêhirwan hatiye binavkirin ku bi wateya welatê evînê ye.


Gola Zirêbarê

Gola Zirêbarê, li nêzîkî bajarê Merîwanê ye. Dirêjiya wê 5 km û firehiya wê jî du km ye û 15 metroyan kûr e. Ava gola Zirêbarê şêrîn e û masî têde dijîn. Ava golê li kaniyên nav golê diherikin û dibine sebebê vê yekê ku çemek li golê biçe derê ku gelê herêmê ji ava wî çemî mifahê disitînin. Li nava ava golê de gelek Masî hene ku Eros masî û masiya Sipî, xwediyê girngiyekî zaf in û gel zaf caran wan masiyan ji bo xwarinê bi kar tînin.

Gola Zirêbarê gellek taybetmendiyên din jî hene ku hemû bûne sebeb ku ew herêm wek herêmekî torîstî li Îranê bihê hesibandin û xelkekî zaf ji bo geriyanê serdana vê herêmê bike.

Merîwan seba hilkevta coxrafiyayî a xwe gelek girîngî heye û dewleta Îranê li herêmê zaf cihên leşkerî ava kirine ku ji bo tepeserkirina gelê Kurd bi kar tîne. Gelê Kurd ê akinciyê wî bajarî li dirêjahiya dîroka tevgera rizagarîxwazane a gelê Kurd de gelek berxwedaniyên mezin afirandine û gelek nirxên mezin pêşkêşî doza rizgariyê kirine.

Gelê Kurd li Merîwanê her wek hemû Kurdistanê li şerê li dijî Komara Îslamiya Îranê de beşdariyekî çalakane kirin û li zaf cihan destanên mezin yên dîrokî afirandin. Rêpîvana hezaran kesî a xelkê Merîwanê li destpêka serhildana gelên Îranê û êrîşa rejîma Îranê bo ser Kurdistanê yek ji mezintirîn pêngavên xebata sivîl a gelê Kud li rojhilatê Kurdistanê tê hesibandin ku pêvajoya xebatekî nû li rûpelên dîrokê de vekir.

Li serdemê xebata çekdarane a gelê Kurd li rojhilatê Kurdistanê û heta îro rojê jî Kurdên Merîwanî gelek alîkariya tevgera rizgarîxwazane a netewa me kirine û gelek ji xortên wî bajarî li nav refên şoreşê de canê xwe goriyê riya rizgariyê kirine.