Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Miyanduavê

14:39 - 7 Tebax 2012

Şaristana Miyanduavê


Mecîd Cinîkanlû

Şaristana Miyanduavê yek ji Şaristanên herî giring yên Parêzgeha Urmiyê û Rojhilatê Kurdistanê ye. Ev şaristan wek dawîn beşa rojhilatê Kurdistanê tê hesibandin û dikeve sînûrê navbera Tirk û Kurdan. Miyanduav li başûra Parêzgehê cih girtiye û navenda wê herêmê bajarê Miyanduavê ye. Li ser navê bajêr, ew nav, navekî tam Kurdî ye ku xwe nîşanderê dîroka akincî bûna Kurdan li herêmê ye. Bi wateyek din Miyanduav ketiye navebera du çemên bi nav û deng yên ‘’Zerîne û Sîmîne’’ ku eva xwe bûye sebebê vê yekê ku li dîrokê de bi bajarê Miyanduav bihê binav kirin. Wate bajarê ku ketiye navbera du çeman.


Ev şaristan li navbera bajarên Bokan, Milakn, Mihabad û Şahîndijê cih girtiye. Rûberê giştî yê şaristanê 2694 Kîlomêtrên çar goşe in û bilindahiya vê li Behrê 1314 metro ye. Xelkê herêmê piranî bi karê werzêrî û ajeldariyê mijûl in û li vê herêmê hin berhemên werzêrî û cotkariyê weke fîqî, Genim, Silk, Tirî, Sêv û gelek tiştên din berhem tên ku piraniya wan ji bo bajarên dinê yên Îranê têne şandin.

Piraniya herêmê bi destê Kurdane, lê di herêmên din de hin Tirkên Azerî jî jiyanê dikin ku li serdemê hatina Tirkan bo Îranê li vê herêmê akincî bûne. Kurdên herêmê hin ‘’Ehlî Heq’’ û hin jî ‘’Elewî’’ ne û hin Cihû û Behayî jî li vê herêmê jiyanê dikin ku piraniya wan li bajar de jiyanê dikin.


Elwiyên herêmê gelekî camêr û xwedî bandor in û hertim seba zext û zoriyên dewleta Îranê ketine ber gef û êrîşên jinavçûnê û zaf ji wan bi destê rejîma Îranê hatine kuştin.
Nifûsa Şaristanê pêka serhejimêriya sala 1385 a rojî 235158 kes e. Herêm li 3 bajar û 3 navçeyan pêk tê. Dîroka akincîbûnê li herêmê de gelek kevn e û hemû belge û dukomentên dîrokî bas ji kevnariya herêmê dikin. Peydabûna bi sedan şûnwarên kevn li herêmê, belgeyên dîroka Kurdan li herêmê nîşan dide.

Piştî hatina Tirkên Qerepapax bo herêmê û paştir li serdemê Axa Mihemed Xanê Qacar û piştî qetlîama bajarê Kirmanê, navhatî hejmareke zaf ji xelkê Kirmanê ji bo berengariya Kurdan ji bo vê herêmê şandin û seba wê yekê nifûsa Tirkan li herêmê zêde bû û hin bajarokên herêmê ketine bin destê wan.

Hebûna navên wek Rabirî, Sîrcanî û Kirmanî li hin tax û gerekên wî bajarî nîşanderê vê dewranê û hatina wan biyanîyan bo vê herêmê ye.Ev şûnwarên ku li herêmê de hene, zêdetir yên serdemê Madan in ku li hemû herêmê de hene û piraniya wan li gundê Daş tepe de cih girtine.

Miyanduav li serdemê Nadir Şahê Efşar de gundekî mezin bûye û li çaxê êrîşa Nadir Qulî bo ser Azerbaycanê li pirtûka dîroka Efşar li Kela Miyanduavê nav hatiye birin. Her wusa li pirtûka Şerefxanê Bidlîsî li rûpel 182’an de îşare bi navê vî bajarî hatiye kirin.
Li serdemê serhildana netewî a Simkoyê Şikak li sala 1912’an û piştre li herêma Miyanduavê de gelek kes tevlî refên şervanên Simko bûn û li artêşa Simko de xebat kirin. Her wisa bi dehan şerên mezin yên Simko li gel dewleta Îranê li wê herêmê rûdan ku li yek ji wan şeran de Xalo Qurbanê îxanekarê serhildana Cengel bi destê şervanên Simko li nêzîk Miyanduavê hat kuştin. Li çaxê damezirandina Komara Kurdistanê li sala 1945’an de gelek Kurdên wî bajarî beşdarî damezirandina Komarê bûn û li encam de li bajarê Miyanduavê gelek çalakiyên rewşenbîrî birêve birin.

Li wî serdemî de hemû ew herêm li bin deshilata Komara Kurdistanê de bûn û li bin rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Pêşewa Qazî Mihemed de birêve diçûn. Li wî serdemê zêrîn de bo yekemîn car li herêmê qutabxanê Kurdî hatin vekirin û zarokên Kurd bi Kurdî dest bi xwendin û nivîsînê kirin. Ev dewranê zêrîn heta îro rojê jî li hizir û ramana xelkê herêmê de maye û bi çavê emegdarî mêzeyî xebata Pêşewayê Kurd, Qazî Mihemed dikin.Piştî serhildana gelên Îranê li sala 1979’an de gelek li xelkê vê herêmê tevlî şorşvanên PDKÎ bûn û li nav refên vê Partiyê de cih girtin. Lê mixabin rejîma teze bi desthilat gihîştî bi êrîş bo ser xelkê hemû Kurdistanê û bi taybetî Miyanduavê li vê herêmê gelek komkujiyên mezin afirandin û xelkê herêmê tûşî gelek tengasiyan kirin. Seba wan êrîşan xelkekî zaf li Kurdan li wan herêman çûne derê û akinciyên bajarên wek Mehabad, Bokan, Seqiz û bajarên dinê bûn û ew yek wek gefek li ser Kurdistanî bûna wê herêmê tê hesibandin.