Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek bi boneya 20’mîn salvegera terora “Dr. Şerefkenî” li Silêmaniyê birêve çû

15:38 - 9 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Bi boneya 20’mîn salvegera terora “Dr. Sadiq Şerefkendî” ji aliyê rejîma Îrnaê ve, semînarek li bajarê Silêmaniyê birêve çû.


Li gor rapora Kurdistanmedia, berwar 8’ê Îlona 2012’an, bi boneya 20’mîna salvegera terora Dr. Sadiq Şerefkenî û hevalkên wî, semînarek bi beşdariya birêz “Rostem Cehangîrî” Endamê Deftera Siyasî yê PDK Îranê birêve çû.
Piştî sirûda netewî a “Ey Reqîb”, birêz Rostem Cehangîrî ji aliyê Deftera Siyasî a PDK Îranê ve bixêrhatina mêvanan û bi taybetî xelkê Silêmaniyê bajarê helmet û qurbanî û nûnerên aliyên siyasî û civaka sivîl kir û herweha sipasiya Asayişa Silêmaniyê jêî ji bo erkê parastina wê rê şû resmêî kir.
Birêz “Cehangîrî” herweha bi boneya 20’mîn salvegera terora Dr. Sadiq Şerefkenî axaftinek pêşkêş kir û di axaftina xwe de birêzî Dr. Sadiq Şerefkenî bi cihgirek kêrhatî yê Dr. Qassimlo wesf kir û di axaftina xwe de amaje bi vê yekê kir ku rejîma Îranê heya piştî terorakirina Dr. Qasimlo jî di vê hizrê de bû ku bi nehiştina fîzîka rêberên PDK Îranê wê şoreşa Kurdistana Îranê bide sekinanadin yan jî jinav birin, lê dema ku piştî Dr. Qasimlo Dr. Sadiq Şerefkenî di qada xebatê de amade bû û mîna rêberek hêja cihê Dr. Qasimlo girt, û ew jî ji aliyê rejîma Îranê ve piştî civîna Enternasyonal Sosyalîst di rûniştineke dostane de ji bo şirovekrina rewşa Îranê ji aliyê terorîstên rejîma îslamî a Îranê ve hat terorkrin û PDK Îranê û şoreşa Kurdî bi wê yekê jî ser ji wan re netevand û her li ser pêyên xwe ma, rejîm gihîşt wê encamê ku riya wan şopandî şaş e û pêşbîniyên wan di pêwendî ligel şoreşa gelê Kurd li Kurdistana Îranê de nerast û hizrên wan sawîlkane derketin holê.

Piştre fîlmek dekyomentî li ser jiyan û xebata Dr. Sadiq hat nîşandan.

Helbestek ji aliyê birêz “Çengîz Sîgaçî” ve hat pêşkêşkirin.

Di beşek din de birêzan pirofsor “Îzedîn Miostefa Resûl” û Dr. Keywan Azad Enwer” basek pêşkêş kirin.

Birêz Îzedîn Mistefa Resûl di basê xwe de qala hin bîranînên xwe li gel Dr. Sadiq ji beşdaran re kir. Û Dr. Keywan jî basek li ser xwendin û hizrên siyasî û herweha kesayetiya “Dr. Sadiq Şerefkenî” kir.

Piştre sirûdek li jêr navê “Sadiq Şerefkendî” ji aliyê Kora Hunerî a PDK Îranê ve hat xwendin.
Beşa din helbestek bi navê “Şebengêk Le Trirîfe Zêwînekanî Befir” bû ku ji aliyê helbestvan “Nahîd Husênî” ve hat pêşkêşkirin.
Peyama hevpar a Yekîtiyên Jinan, Ciwanan û Xwendekarên Demokrat ên Kuridstan Îranê ji aliyê “Mehbûbe Îbtikar” ve hat xwandin.

Beşa dawî peyanên sazî û aliyan ji aliyê “Çengîz Sîgarçî” ve hatin xwendin.