Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek li ser 28`ê Gelawêjê li bajarê Silêmaniyê hate lidarxistin

19:16 - 19 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê, semînarek bi boneya 28`ê Gelawêjê salroja fermana qirkirina  Kurdan (fermana cîhadê) a “Xomêynî” li bajarê Silêmaniyê bi rê ve bir.

Roja Şemî 27`ê Gelawêja 1397`an(18`ê Tebaxê), Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, bi boneya salroja 28`ê Gelawêjê, roja derkirina fermana êrîşkirina bo ser Kurdistanê, semînareke taybet li salona navendî a binkeya Komela Şoreşger a Zehmetkêşan  a Kurdistan a Îranê  lidar xist.

Semînar bi ragirtina bîstekê bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê pak yê hemû şehîdên tevgera azadîxwaziya gelê Kurd dest pê kir.

Piştre “Saman Rîşesahib” endamê cihgêrê Komîteya Navedî a Komelê, peyama Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê bi boneya 28`ê Gelawêjê xwendin.

Piştre ev semînar bi pêşkêşkariya “Ferzîn Kerbasî” endamê Komîteya Navendî a Komelê dest pê kir, ku di pênc panêlan de birê ve çû.

 Beşeên semînarê wiha bûn:

Sedem û encamên wê êrîşa bo ser xelk û şoreşa Kurdistana Îranê,  ji aliyê “Mihemednezîf Qadirî” berpirsê Nivîsîngeha Desteya Kargêrî a PDKÎ, bi nûneratiya PDKÎ ve hate pêşkêş kirin.

Nebûna gotareke hevpar a partiyan bo dirustkirina aliyeke hevpar a neteweyî li hemberî rejîmê, ku ev panêl jî, ji aliyê “Hêmin Bayezîdpûr” û bi nûneratiya Komela Zehmetkêşan a Kurdistanê hate pêşkêş kirin.
Li berçavgirtina rewşa vê demê û ya  îro ya Kurdistana Îranê, egera ducarîbûna vê bûyerê heye? Û tedbîrên berevanîkirin ji ducarîbûna bûyerên bi vî rengî çi ne? ku ev panêla ji aliyê “Îsima`îl Şerefî” bi nûneratiya PDK hate pêşkêşkirin.
Çavaniya derkirina fermana qirkirina Kurdan(fermana cîhad) û rehendên berdewamkirina wê biryarê ji aliyê “Şoreş Hacî” ve bi nûneratiya Saziya Xebat a Kurdistanê ve hate pêşkêşkirin.
Şêwaz û armancên berevanîkirinê, heyeteke hevpar a Kurd di vê serdemê de, û pirsa danûstandinên îro, ku ev panêla jî ji aliyê “Salih Şerîfî” bi nûneratiya Komela Şoreşger a Zehmetkêşana Kurdistana Îranê hate pêşkêşkirin.

Piştî pêşkêşkirina mijar û naveroka her yek ji panelan, bi rengekî germ ji aliyê beşdaran ve pêşwazî jê hate kirin.

Dawîn beşa vê semînarê, ji bo pirs û tîbînî û nêrînên kesên beşdarbûyî, derheqê naverok a her yek ji basan hate destnîşankirin.

Di vê beşa semînarê de jî beşdaran bi têbînî û nêrîn û pirsên xwe ev dewlemendtir kirin,  ku her yek ji kesên xwedî mijar û pêşkêşkar, pirsên derheqê axavtinên xwe de bersiv dan û di dawiyê de semînar li rewşeke dostane de dawî pê hat.

Navenda Hewkariya Partiyên Kurdistana Îranê

28`ê Gelawêja 1397`an

18`ê Tebaxa 2018`an