Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şepola binçavkirina çalakvanên koltorî yên bajarê Pawê dom dike û 5 kes hatin girtin

15:44 - 10 Adar 2013

Kurdistanmeida: 5 çalakvanên koltori yên Kurd li dirêjahiya zetx û givaşan de, ji aliyê hêzên ewlehiyên rejîma Îslamî a Îranê li bajarê Pawê hatin girtin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, li 9’ê Adar a 2013’an 5 çalakvanên koltorî bi navên “Qanê Hatemî, Mihemed Nûgarî, babek Ebasî, Mutesem Şafieî û Cehanbexş Ehmedî” ji aliyê hêzên îdareya Îttlata wî bajarî hatin girtin.
Hêzên ewlehî hemu kelupelên şexsî û kampiyutêrên van 5 çalakên koltorî li gel xwe birine.
Heya bilavbûna vê nûçê tu zanyariyek li ser çarenivîsa wan 5 kesane û serdema girtina wan hevwelatiyane li ber dest de nine.
Li heyamê kêmtir ji 10 rojan de hejmareke berçav li çalakên koltorî û çandî yên bajarê Pawê hatine girtin.
Ewa li demekê de ye ku sebebê girtina wan nahê zanînû pir caran jî çi zaniyariyekê li ser rewş û cihê ragirtina wan nadin malbatên wan girtiyan û eve dibe sebebê dilgiranî û nerihetiya malbatên wan.
Çend roj berî niha çend çalavanên çandî bi navên “Ferdîn Resûlî, Bextiyar Resûlî, Setar Ehmedî, Muxtar Ehmedî û Yasir Kakayî” bi sebebeke nediyar ji aliyê hêzên ewlehiyên bajarê Pawê hatin girtin.
Her di vê pêywendiyê de li encama Sikalaya pêşnivêjê bajarê Pawê “Kêyhan Ezîzî û Davûd Xefarî” du çalakvanên koltorî û çandî yê bajarê “Pawê” ji aliyê Îdareya Îttlata bajarê Pawê hatin gazî kirin û binçavkirin.
Pêşnivêjê Pawê serbarî bêhurmetî kirin bi wan kesan, gotiye: hevceye zext û givaşê bêxine ser çalakvanên koltorî û ev kesên ku ev nivîsên Kurdî nivîsandine û bi tundî lêpirsînê ji wan bihê kirin.

3983.jpg


Mela Qadir li axaftina xwe a roja Înê 8’ê Adar a 2013’an, got: Li girtina wan hevwelatiyane min tu sûçek tuneye û ragehand “her kes bixwaze bêhurmetiyê bi min bike dê rastî çarenûsekê wek ya wan gitiyane bihê kirin.
Ji aliyk din ve binçavkirina rojnamevanan û çalakiyên koltoriyên bajarên din yê Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibe.
piştî ku rojnamevan û çalakvanê mafê mirov “Mesûd Kurdpor” jibo lêpirsîna dosiyeya birayê xwe “Xusro Kurdpor” Rêveberê Ajansa Nûçeyan a Mukrian, serdana Îdareya Îttlat a bajarê Mehabadê kiriye, navbirî jî tê binçavkirin