Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serdana heyeteka Saziya Demokratîk a Yarsan bo Deftera Siyasî a PDK Îranê m

13:56 - 1 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Li rûniştina şanda Saziya Dmokratîk a Yarsan li gel heyeta Partiya Demokrat a kurdistana Îranê pirsa hewldan bo alîkarî û hevdengî hate ber bas.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, sibêdeya roja yekşemî 31’ê Adar a 2013’an, şandeka Saziya Dmokratîk a Yarsan ku pêkhatibûn li rêzdaran Elî Mêhranî, Beşîr Emîrxanî, Menuçihr Ezîzî û Bîjen Omîdî serdana Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kirin ku ji aliyê Deftera Siyasî a partiyê vê bi serpireştiya rêzdar Hesen Şerîfî cêgirê sekerterê giştî yê PDK Îranê hatin pêşewazî kirin.
Armanc li serdana Saziya Dmokratîk a Yarsan bas kirin li ser kar û tekuşîna li warê siyasî û neteweyî bû herweha aliyek din li vê rûniştinê bas li ser hewldan bo alîkarî û hevdengî li gel PDK Îranê, li ser pirsa siyasî bû.
Paşan rêzdar Hesen Şerefî serbarî sipas û pêzanîn li helwêsta dostane û bilind nirxandina kar û tekuşna wan ragehand, Partiya Demoktar a Kurdistana Îranê alîkariya hemû ev kes û alîyaneye ku bo armancên gelê Kurd têdekuşin.