Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sergotar

12:56 - 28 Çirriya pêşîn 2012

Wehşet ji rabûnê

Selîm Zencîrî

Rewşa ku niha Îran têre derbas dibe, pir aloz û awarte ye. Realîteya heyî di bin siya reşe rejîmê û siyasetên wê de bûye sedem ku eniyek xurt a cîhanî li hember de ava bibe û bi sepandina tehrîmên giran rejîmê li nav qopiya kirîzan de biçeqîne. Bi rastî jî baykotan tesîr û bandora xwe li her biyavekê de kiriye û bi taybetî derbên giran ji peykerê aboriya Îranê xistiye.

Lewma ji ber van zext û givaşên li ser jiyana xelkê û serbarê hovêtî, rijdiya serkutê û ewlehî kirina bajaran ji aliyê rejîmê ve, lê hêdî hêdî dengê nerazîbûna xelkê û hêrsa pengurî a wan tê bihîstin û dîtin. Nimûneya herî zindî jî rabûna bazariyên Tehranê li çend hefteyên derbasbûyî de bû ku xew ji çavê berpirsiyarên rejîmê herimandiye û tav û lerz û wehşetek mezin xistiye nav dil û derûna wan de.

Li hember vê kirîza aborî, giranî, tewerum, bêkarî û jiyana xirabe xelkê, rejîm li cihê çareserî û paşekişê ji siyasetên şerxwazane ên xwe de du rê girtine ber xwe. Yekem ji riya berpirsiyarên leşkirî û mesebiyên xwe ve daxwazê ji xelkê dike ku nekevin telika dujminan û li hember givaşên aborî de berxwe bidin û xwe ji rabûnê biparêzin. Duyem jî bi heman eqliyeta serkut û ber bi rû bûnê ji riya Sipah û Besîc ve dixwaze bersiva daxwaziyên xelkê û şoreşên civakî bide. Bi taybetî ku rejîmê binav hilbijartinên serkomariyê jî li pêşber de ye û dixwaze vê lîstikê jî gor dilê xwe û wekî berê bidawî bîne.

Lê metod û riya ku rejîmê bona pêşgirtin û temirandina şoreşên xelkî hilbijartiye, ne tenê serketî nebûye, belkî bûye sedem ku îrade û vîna azadîxwazane xelkê li pêxem herifandina van desthilatan de zêdetir û qahîmtir be. Bêguman çarenivîsa rejîmê jî cuda jî van nabe.