Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya sekreterê giştî yê PDKÎ kir

15:48 - 12 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Serokê Herêma Kurdistanê di nameyeke taybetî de, spasiya PDKÎ û sekreterê giştî yê PDKÎ kir.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, piştî vê ku PDKÎ piştgiriya xwe ji referandona serxwebûna Kurdistanê ragehand, û piştî birêveçûna serkevtiyane ya vê referandomê jî, Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ pîrozbahiya vê serkevtina mezin li gelê Kurd û serkirdayetiya siyasî ya Kurdistana Başûr kir, Mes`ûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê di nameyeke taybetî de spasiya vê helwesta PDKÎ kir.

Deqa nameyê bi vî awayî ye:

Birayê rêzdar Kak Mistefa Hicrî

Sekreterê giştî yê PDKÎ

Silaveke germ….


Nameya pîrozbahiya we rêzdarî gihîşte destê me, ku bi boneya serkevtina referandomê û serkevtina vîn û îradeya gelê me, we ji me re şandibû, lewra gellek spasiya we dikim. Min rêz heye bo helwest û piştgiriya we ji daxwazên rewa yên xelkê Kurdistanê.

Gelê Kurdistanê piştî qurbanîdaneke zaf û ezmûna tal, riya xwe hilbijartiye, û ber bi serxwebûnê ve pêngavan davêje, û tu hêz û qavetek nikare rêgir be li pêşberî vîna aştîxwazane û rewa ya gelê kurdistanl.

Hêviya serkevtinê ji we re dixwazim.

Mes`ûd Barzanî

05.10.2017