Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sêyemîn roja karê Kongireya 15’a PDK Îranê

20:23 - 1 Çirriya pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Di sêyemîn roja Kongireya 15’a PDK Îranê de çendîn basên girîng ji aliyê beşdaran ve derketin holê û çendîn peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, Îro di Sêyemîn roja Kongireya 15’a PDK Îranê de hejmarek peyam û birûske ji aliyê partî, sazî û kesayetiyan ve hatibûn şandin û hatin xwendin. Di beşek din de endamên kongireyê li ser rapora Komîteya Navendî ra û boçûnên xwe xistin ber nêrînên kongireyê û herwea çendîn basên din li ser kêmasî û kar û xebata 4 salên derbqasbûyî ên partiyê û pêşniyaz û bername bo pêşerojê mijarên axaftinên beşdarên kongireyê bû ku piştî nîqaşkirin, şirove û nirxandinan ji aliyê kes û navendên pêwendîdar ve hatin bersivdan.

Ew peyam û birûskeyên ku îro ji Kongireya 15’a PDK Îranê re hatibûn şandin û hatin xwendin ev ibûn:

Partiya Şîui a Kuridstanê

Saziya Fîdayiyên Xelkê Îranê, Pirranî

Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakûr

Partiya Sosyaldemokrat a Almaniya

Peyama Kendal Nezan Serokê Enîstîtoya Kurd li Parîsê

Partiya Kumûnîst a Firansa

Komîteya Hevahengî a Encumena Demkî a Sosyalîstên Çep ên Îranê

Firîdrîk Malim

Partiya Xelkê Belûçistanê

Partiya Sosyaldemokrat a Utrîşê

Encumena Nîştimanî a Kurdên Sûriyê

Lêjneya Siyasî a Partiya Yekgirtî a Kurd li Sûriyê

Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê

Partiya Pêşkevtinxwaz a Kurd li Sûriyê