Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seyfûrî: Min wedizanî ku PDKÎ dê aşbetal bike, lewma difikirîm biçim nav partiyek din

14:48 - 7 Tebax 2012

Hevpeyvîn: Arif Vêlzî

Mihemed Beharî, naskirî bi Mihemed Dilsoz, kurê Mîney Hacî Salih, sala 1342’ê, li gundê Kerewyan a ser bi bajarê Seqizê hatiye dinê.

Dilsoz jî her wekî zarokên serdema xwe seba nebûna qutabxane û xwendingehê, mixabin ji neimeta xwendinê bêpar dimîne, lê di salên dawiya temenê rejîma paşatiyê de xwendingeh li gundê wan jî tê avakirin û wî çaxî bo midehê çar salan dixwîne. Paşan seba giranî û zehmatiyên jiyanê dev ji xwendinê tîne û dest davêje karê cotyarî û pezdariyê li gund. Dûre heyamê çend salan seba kedkariyê rû ji bajarên Tehran, Kirmaşan û… dike.

Dilsozê dilşevitî û bi rastî dilsoj, piştî şoreşa gelên Îranê ku xebata PDK Îranê jî xurt bibû û komîteyên wê li bajar û gundan de hatibûn avakirin, kadr û pêşmerge jî di nava bajar û gundan de bi eşkere digeriyan û civîn bi xelkê re digirtin û siyasetên partiyê bi wan re parve dikirin, eşq û evîna pêşmerge û pêşmergatiyê di dilê wî de hêlûna xwe ava dike.

Yek ji van pêşmergan ku tesîrek mezin hebûye di çandina tovê welatparêziyê di dilê Dilsoz de, bi gotana navbirî kak Mîrza Elî Kesnezanî bûye ku her niha jî li refên partiyê de ye û ji riya Agirî ve silav û hurmetên xwe jêre şand.

Dilsoz Beharî çawaniya tevlîbûna xwe bi partiyê jî weha bas kir; Ji ber çalakî, şêwaza xebat, siyasetên dirust, bername, armancên PDK ku bersivek guncaw bûn bo daxwazên xelkê Kurdistanê, min PDK Îranê hilbijart û li sala 1358’an de min di şaneya gundê xwe de wekî endam navnivîsî kir. Sala 1359’ê dema bajarên Kurdistanê ji aliyê hêzên dagîrker ên Komara Îslamî ve cardin hatin girtin û pêşmerge ber bi gundan ve paşve kişiyan, meqerê partiyê li gundê me hat avakirin û min bi awayek fermî çeka PDK hilgirt û dest avêt nobedariyê û di 2 memûriyetên partiyê jî de beşdar bûm, lê seba kaliya babê xwe cardin ez zivirîm mala xwe. Bihara sala 1360’î, cardin ez hatim nava partiyê û bûm pêşmerge ku heya niha jî bê sekinîn li ser xebata xwe berdewam im.


Mihemed Dilsoz li dor zewicîna xwe dibêje: Sala 1372’ê, li Hirmê Dola ser bi herêma Serşîwa Seqizê, di gel xanima xwe Saniye Yadigar zewicîm û berhema jiyana min jî 2 kur û keçek in.

Dilsoz roj û bîreweriyên xweş ên jiyana xwe zaf da nîşandan, lê ya herî xweş weha bas kir: Dema em wekî pêşmerge diçûn bo menteqê û li gund û bajarên kurdistanê digeriyan, gelek bi germî ji aliyê xelkê dihatin pêşwazîkirin û şanazî bi pêşmerge û rêbaza pêşmerge ve dikirin, ez gelek bi van germî û pêşwaziyan keyfxweş û dilşa dibûm û min hêz û moral digirt. Wê çaxê min dizanî ku hekî bo PDKÎ û rêbaza şehîdan cangorî bibim, şanazî û serkevtinek mezine ji mirov re.

Li hember de rojên tal û bijan ên Dilsozê pêşmerge jî zaf in ku ya herî nexweş bi gotina wî ew e: Di meha Reşemeya sala 1373’an de ez berpirsê pirsgehên partiyê bûm li binkeya Deftera Siyasî ya partiyê. Kak Hesen Şerefî pêwendi bi min re girt û got ku berpirsek YNK’ê wê bê û Radyo Dengê Kurdistana Îranê dabixe û tu jî digel de here. Li hundur de ez dikeliyam lê ji ber ku biryar hatibû dayîn û givaşek zêde li ser hizbê hebû, ez naçar bûm ku bi wan re biçim.

Dema ku deriyê RDK Îranê daxistin ez ji nerihetî û bîdesthilatiyê de gelek giriyam. Ji ber ku dujmin ji riya birayên me ve zext ji me re dianîn û me jî nedixwast birakujiyê bikin û neçar diman teslîm bin.


Mihemed Beharî bi vê gotinê dawî bi axaftina xwe anî: Daxwazê ji xelkê kurdistanê dikim ku pişta PDK Îranê bernedin. Partî û xelkê Kurdistanê Wek masî û avê ne û bê yek nikarin berdewam bin. Hêvî ji dike ku endam û alîgirên PDK Îranê bi giştî ku pêşrewên civaka Kurdistanê ne, berpirsane hizir bikin û qazanc û berjewendiyên giştî tim li serweyî her tiştî dabinên.


Mihemed Seyfûrî, kurê baram, di sala 1342an, li Gundê Koyîk a ser bi devera Zehaw ya bajarê Serpêla Zehawê hetiye dinê.

Mihemed Seyfûrî seba nebûna îmkanatên xwendinê û herweha nizimbûna asta rewşenbîriya civaka kurdî di serdemê xwe de, li xwendinê bêpar dibe. Lewre bi malbata xwe re dest davêje karê cotyarî û ajeldariyê heya temenê wî digîje 17 saliyê. Gava şerê navbera Îran û Îraqê dest pê dike û seba dagîrkirina herêma wan ji aliyê artêşa Îraqê ve, ber bi xaka Îraqê koçber dibin.

Kak Mihemed derheq çawaniya naskirin û tevlîbûna xwe bi PDK Îranê re weha bas kir; Sala 1360’î, ez li Gundê Sengera Jorî li mala mamê xwe bûm ku hejmarek ji pêşmergên PDK Îranê ber bi gund ve meşiyan. Yek ji wan pêşmergan, Kak Qadir Eliyasî bû. Min wî çaxî bo cara yekem pêşmergên PDK Îranê dîtin. Ev dîtina min bi pêşmergan re bû despêkek ku ez hesta netewî di hundurê min ajar bide û her roj bihêztir bibe. Min 2 radyo bi dest xistin û bi şev û roj li radyoyên kurdî gudarî dikir, lewma min şarezayîyek baş li ser partiyên kurdî ên her çar perçên Kurdistanê peyda kir û ez şiyam ku rêbaz, bername û armancên wan partiyan û herweha daxwazên netewa kurd bidim ber hev û di encam de partiya herî baş ku PDK Îranê bû, bo xebata xwe hilbijêrim. Serencam di 26’ê Sermaweza sala 1363’an de, bi awayek fermî min xwe bi binkeya Hêza Dalaho li ‘’Miley Sertek’’ a Çiyayê Bemo da nasîn û ez bûm pêşmerge.

Seyfûrî li dor jiyana xwe ya hevpar dibêje; Di 27’ê Xakelêweya sala 1371’an de, ez bi Pîroz Seyfurî re, ku Dotmama mine zewicîm û berhema zewaca me jî kur û keçek in.

Kak Mihemed Seyfûrî roja herî xweş ya jiyana xwe weha vegêrand; li bal min hertim serkevtina pêşmerge û berdewamiya PDK Îranê dema herî xweş ya jiyanê bûye, lê têkilî û pîroziya pêşmerge di nav dilê xelkê kurdistanê de pir xweş bû, çunkî hewil dida ku ez refên PDK Îranê bi cih bihêlim û di partiyê de nemînim, lê rêz û hurmet û xoşewîstiya xelkê derheq pêşmerge, karek weha dikir ku cardin ez poşman bibim û bi awayek micid li ser xebata xwe berdewam bimînim.

Pêşmergê bi bîr û bawer kek Mihemed Seyfûrî bîreweriya herî nexweş a jiyana xwe bi vî awayî vegêrand: Roja cejna Qurbana sala 1368’an, min radyoya partiyê girtibû, di despêkê de radyoyê got ku rêberê gelê kurd Dr. Qasimlo li Viyena pêtextê Welatê Otrîşê bi destê terorîstên Komara Îslamî hatiye birîndarkirin, lê mixabin piştî midehek kêm partiyê ragehand ku Dr. Qasimlo hatiye şehîdkirin. Wê demê ez bi qasekê nerihet û dilteng bûm ku min hizir kir ku PDK Îranê vê aşbetalê rabigehîne û dibe ez jî biçime nava partiyek din yên kurdistanê. Terora Dr. Qasimlo karesatek pir mezin û biêş bû, lê hevdem karesata han tu caran di hizra netewa kurd de dernakeve û li seranserê kurdistanê rêbaza Qasimlo herdem zîndî ye û riya vê pirr rêvîng e.

Mihemedê xebatkar piştî 28 salan xebata xwe ya pêşmergatiyê dibêje: Çavnihêriya min ji PDK Îranê ew e ku heya misoger kirina armancên şehîdan, riya wan bidomîne.

Şoreşvanê mandînenas daxwazê ji xelkê kurdistanê dike ku tu caran pişt ji PDK Îranê nekin, ji ber ku dîrokek dûr û dirêje ji bo maf û daxwaziyên wan xebatê dike. Herweha şoreşgêrên kurd jî partiyê nekin alawek ji bo berjewendiyên xwe ên teybet, çonkî partiya demokrat bo rizgariya netewî û azadiya nîştimanî û gelê me hatiye avakirin.