Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şîva Xerîban

17:00 - 24 Hezîran 2013

Beşa 3

Hêdî hêdî tarîtî dihat û trombêlên erteşî ên şevitî jî bêdeng bibûn, beşek ji daristanên Wawan bi agirê topxane û roketbarana hêlîkopteran agir girtibûn, û li nav taîtiyê de zêdetir jî xuya dikirin, erd xemgîn, esman û stêrk bi mij û dûman, li ber çavê min derya cîhana xem, tewaw tarî bibû. Em heval bi hevre bûn ku ji nişkêve sîber û tarîtiya çend kesên qirêj û bi toz, li dewra agireke kêm şewq de derket, ew agir carna diteyisî, û ditemirî. Her sax be, te digot agirê cinan e.

Mam Hêmin her wek helbestên xwe, gellek xweşik bû,û gotarnivîsandinên wî jî ji helbestên wî, naziktir bûn, li nivîsên xwe de li dîtingeh û hûrbîniya xwe de, li hinek hereketên taybet bi xwe de gellek xweşik bû. Mam Hêmin bêy vê ku bixwe hest pê bike, mirovekî du karekter bû, wate di anweroka xwe de, du kesayetiyê derekî û navikî ê 180 pile ji hev cuda bû. Ew di rûyê xwe de qirêj, lê li navxwe de, û li cîhana xwe ya me’newî de şarezayekî hûrbîn bû.
Baş li bîra min de ye, ku li dema ça vwxwarinê û bêhnvedanê, dema ku rûxweş bû, yan pêkenokek vedigotin û yan basa helbestekê dikir yan bizarê kesekê dikir, hinek hereketên terdestane û akrobatîk ên weha encam didan, ku mirov ji huner û şiyana wî mirovî heyrî dima, belê agir, rengê agirê cinan dida, û ên ku li derdora agir, gellek qirêj bûn, û li dora agir dihatin û diçûn. Hezaran û hezaran car perjîn be, yek ji wan kesên qirêj Mam Hêmin bû, carna dirabû ser piyan û hinek îşare didan û piştre dirûnişt, wê demê em jê dûr bûn û me dengê wî nedibihîst, lê dema ku em nêzîk bûn, em tê gihîtin ku Mam Hêmin kêfxweş e, û ketiye ser haleta caran, û bi peyvên xwe ên nazik û xweşik ji hevalên xwe re tiştekî bas dike, û ên din jî kerr û mat, guhdariya gotinên Mam Hêmin dikirin, û weha çûbûne nav kûrahiya gotinên yektir ku heya em gihîtin nêzîkî wan jî, wan hest bi hatina me nekirin, wan çaydanek reş danîbûne qeraxa agir, û hinek îstikanên qirêj jî rez agir ketibûn.

Belê yê ku li ser piyan sekinîbû, Mam Hêmin bû, ku di wê demê de, ji nişkêve bayek bi ser agir de hat û çend piyûskên agir bilav kirne ser ser û çavê wan hevalan, û lio wê demê de, Mam Hêmin jî dûjineke xwexweyiyane avête ba, û carek din ew agir helkir, li wê demê de sê pêşmergeyên xwedî şiyan wate mele Xidir Kanî Zerdî, Birayîm Gullawî û Hacî Birbazî ku mixabin tu yek ji wan niha di jiyanê de nemane, gihîtne cem me, ew gellek zû berî nimêjê ji me veqetiyabûn û li germe germa êrîşê de xwestibûn ku bi hawara me de bên, lê çi bi hewar de hatinik. Em hehû gihîştne cem yektir, û li dewra yektir kom bûn, û xemek giran li ser dilê min bû, min dixwast ku vê xemê bi kesên din re parve bikim, û min peyamek gellek tall pê bû. Em weha li dewra wî agirî sekinîn, te digot ka bi sala ye me hevdu nedîtiye, û taze me yektir nas kiriye, ew çaverê nebûn ku em xeberek tall bidne wan.
Ew bi dîtina me rûgeş bûn. Mam Hêmin û helbestvanê mezin û niyazpak ê Kurd kak Elî Heseniyanî, û helbestvan û rojnamenûs kak Silêma Çîre û herweha pêşmergê kevnar, Erîf Qadir mêhvandarê me bûn, ku ne şokrî nebe, wê demê tu tişteke weha tunebû, ew her hemû kesayetiyên naskirî û xuya û cihê şanaziyê ê neteweya me bûn ku bona berêkaniya li hember zulm û zoriyê û parastina kerameta mirovî ya neteweya bindeste xwe ketibûne nav tarîkistana daristanan û hawara xwe anîbûne ber çol û çiya, û deştên Kurdistanê, belê evne emegdarê neteweya xwe bûn ku li vê tarîtiyê de çavê me bi awayek din ew didîtin.