Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Şîva Xerîban û hilverîna pelgan”

21:19 - 23 Gulan 2013

Mamosta Mela Hesen Şêweselî endamê îftixarî ê Komîteya Nawendîa PDKÎ, di fayleke dengî de bas ji hinek ji bîreweriyên xwe kirine. Bi taybetî navbirî bas ji dewrana pêşmergatiya xwe û hevaletiya bi Mamosta Hêminê helbestvan re kiriye. Wî di vê fayla xwe ya bi deng de, hinek şaşiyên dewrana pêşmergatiyê jî rast kirine.
Deqê nivîsa fayla deng ya Mamosta Mela Hesen Şêweselî beşa Yekemîn:

“Şîva Xerîban û hilverîna pelgan”

Ji mêjve ye ku li ser rûyê vê cîhanê dijîm, û bo jeqnemûta karestaên tall û nexweş ez mame. Ji bilî tirajidiyan tu tiştek din li tûrkê min de nine ku ez ji we re bas bikim. Carê ez her vê yekê dibêjim ku yên toyê nakokî û tevdanîkariyê diçînin, û zarokên bin lepan, perîşe û bêçare diberde canê hevudin, û di nav kûrahiya evîndariya her takekî de rolê merg û mirinê dilîzin, ya xwedê, bila qet ngeîjin hêvî û mirazên min gellek caran destewaje û peyva “Şîva Xerîban” ( Şamê Xerîban), ji dûr ve bihîstibû, û gellek caran jî min ji dûr ve dîtibû ku rêûresma wê li meha Moheremê de, ji aliyê birayên Şîe ve birêve diçû, lê tu car bi kiryar ez li “Şîva Xerîban” de beşdar nebibûm, lê rastî de min tama tehil ya Şîva Xerîban tam nekiirbû, û min nedizanî ku Şîva Xerîban çi sîxeyek e...

Min rast begotiye we, heke ez bêjim ku ez ji nazikî û xweşikiya helbestên mam “Hêmin” têgihîştibûm, lê ez her li zarokatiya xwe de bûme evîndarê helestên wî, û kêmekê jê halî dibûm, û min kêmekê hest bi sadeyî û rewaniya wan dikir, û piştre ji bo nivîsandin û bilavkirina wan ez ketim nav hewildanan, û heya qasekê ez li vî karî de serkevtî bûm. Aqibet min mam Hêmin dît û li dûr ji welat pêre nasyar bûm.min kak “Elî Heseniyanî” jî ji riya ji riya helbestên wî ve nas dikir. Piştre ez li Sablaxê, li nivîsîngeha hejmar 4 ya tomarkirina belgeyan û emlakan de, ku ez bi awayek ne fermî mîrzayê vê nivîsîngehê wate monşî bûm, ez gihîştme xizmeta nemir Kak Elî Heseniyanî. Min dixwast ku li wir de vê yekê zêde bikim ku ku ew defterxane ku cihê nivîsandina senedên tomarkirî bû, û herweha cihê guherîna danûsitandinên curbicur bû, ez bi gelek kesan dame nasîn, û min gellek kes jî ji wir ve nasî. Kak Silêma Çîre riha wî şa be, ku çend roj berî niha koça dawiyê kir, û wê demê li girtîgeha rejîma paşatiyê de bû, ji riya birayên wî kka Mihemedemîn Çîre, û kak Qasim Çîre, ku heyamê salekê li girtîgeha Qerax Behra Urmiyê hevbendiyê min bûn, min nas kir. Min tu car bawer nedikir ku rojekê em hevudin bibînin, ew jî li kuderê? Li çiya û dol û ...

Piştî damezrandina Hikumeta Komara Îslamiya Îranê û xwegirtina vê dwletê ku mîratgirê rejîma paşatiyê bû, Xumênî biryara cîhadê bi dijî gelê Kurd derkir. Qarnê û Qelatan hate komkujkirin, û piştî vê artêş û sipaha pasdaran û besîcî û heta xelkê şexsî ên ser bi rejîmê wek hêzeke dagîrker a bêrehmane, wek Mixolan û gellek hovane êrîşî ser gund û bajarên Kurdistanê kir.

Biryara cîhada Xumênî li 28’ê Gelawêja 1358’an de hate derkirin, lê berî vê biryarê PDKÎ hest bi berpirsayetiyê kiribû û bona xweparastin ji şer û xwînrêjiya nav bajaran, biryara paşvekêşana xwe dabû. Lê hêla ew paşvekêşana taktîkî bidawî nehatibû, û PDKÎ mijûlî veguhastina kelûpelan û xwe rêkxistina di gel rewşa wê demê û xwe amadekirin bo berberekaniya di gel şerê sepandî bi ser Kurdistanê de bû, ku rejîma Komara Îslamiya Îranê ji vê helwesta hêzên Kurdistanî, mifaha şaş wergirtin û hêzên xwe şandin her nuqteyeke Kurdistanê, û xwe gehandin cihên hestyar ên sînorê navbera Îran û Îraqê.wan dixwast ku tewaya riyên mêhwerîbi dirêjahiya sînorê Îran û Îraqê bigre û bi vî awayî xelkê Kurdistanê dorpêç bike, û merema wan ji paksaziyê jî heman kuştara xelkê bê tawan ê Kurdistanê bû. Wan li gorî yasaya daristanê, wate wek bixwe dixwast ew komkujî encam da...