Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şopek nû a dirav sitandinê ji qutabî û xwendevanên bajrê Merîwanê sedt pêkir

15:31 - 14 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Her li gel hatina sala nû karbidestên îdareya perwede û hîn kirin a rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Merîwanê li bexşnameyekê de daxwaz dirav ji derxwanan kirine.

Li gor nûçe malpera Kurdistanmedia, serbarî dahata kêm a hevwelatiyên Kurd bi taybet bajarên sînoriyên Kurdistanê,karbidestên xwandingehê bi dersxwanan gotiye, dibe her yek ji ve 100 hezar tûmen heya 150 hezar tûmen dirav bo xwendingehê bînin.

Her di vê pêywendiyê de berpirsên qutabxwaneya “Xawmîrava û Serşîw”a Merîwanê bi hemu dersxwanan regehandine dibe hûn dirav bi hinceta kêmasiyên qutabxwanê bînin.

Yek ji malbatên derxwanên han ku daxwaza dirav ji vî hatiye kirin bi malpera Kurdistanmedia ragehand:” Ez tu karekî wisa nikim lê hinde caran karê sersînor dikim û ew jî bi zehmet dikarm her mehê 200 hezar tûmen bi dest bînim û ev diravê ku qutanxwane dixwazê bi tu awayek nikirim vî diravî bidim.

Wergirtina dirav di demekê de ye, ku her yek ji dersxwana salane hindek dirav bi navê “Hezîna salane” kado û hevceyên karbidestên qutanxwanan bo wan xerc dikin, lê li gel ev hemû ev kêşane piraniya xwendingehên Kurdistanê li “pirtukxane, saluna werzişî û kelupelê werzişî” bêparin.

Heyemek berî niha îdareya perwerde û hîn kirina bajarê Merîwanê hejmarek dersxwanên kiç seba nedana dirav bo qutabxwanê, li xwandinê bêpar krin.

Berpirsyarên qutabxaneya “Fatima Zehra” li bajarê Merîwanê daxwaz ji dersxwanan kiribûn ku her kes dibe 100 hezar Tûmen bo qutanxwanê bînin lê hejmarek ji ber kêm dahatî û destkurtî yê, bi nedana dirav ji aliyê îdareya perwerde û fêrkirin a vê bajarê hatin derkirin.

Qutabxwaneya Fatima Zehra taybet ji bo ev kesên ku li gundên derdûra bajarê Merîwanê ne, bi mebesta dersxwandinê û fêrbûna zaniest diçine vê qutabxwanê û bo heyamê 9 mehan li vir dimînin.

Pêşder ji qutanxwanên “Şêxşeltot û Al Zehra, Maêde li bajarê Sinê û herwesa qutabxwana “Derwêşan” li devera “Jawero”a Sinê daxwaza 150 heta 300 hezar Tûmen li her dersxwanekê hetibû kirin.