Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreşgerê rûken, Dr. Sadiq Şerefkendî

12:52 - 28 Çirriya pêşîn 2012

Memo Şahin

Min însanek naskir; rûken, nazik, dilsoz, dilgerm û ji dil dost.
Bîst sal derbaz bûn. Bîst payîz bihorîn, bîst car bihar hat. Dar dîsa bişkivîn, kolîlk dîsa vekirin, xweza xemilî. Dem bû payîz, xemgînî belav bû, di xwezayê de, di jiyana Kurdan de.

Bîst sal derbaz bûn, nifşek nû, neslek nû gîha û mezin bû. Bi hezaran, bi dehhezaran Dr. Saidên nû ala Şerefkendî hildan û bilind kirin.

Sala 1992’an bû. Bona hilbijartinên başûrê Kurdistan bi heyetek ji parlamenter û rojnamevanên Alman ve rêketim ber bi Başûr. Ew li ser Tirkiyê çûn, ez jî li ser Sûriyê û rojavayê Kurdistan.

Min Qendîl wê çaxê naskir, di Gulana 1992‘an de. Min Hizba Demokrata Kurdistana Îranê nasdikir. Lê ew ji dûr ve bû. Min Hizba Demokrat, rêber, kadro û peşmergeyên canfeda li Qendîlê naskir. Ez bûm mêvanê Dr. Seîd, nemir Sadiq Şerefkendî. Tim rûken, tim dilsoz, tim nazik û tim dost ji dil.

Min nanê Dr. Seîd xwar, bûm mevanê wan. Qendîl, şûn û cihê baregah, meqer û deftera siyasiya (Politbûro) Hizba Demokrat. Min dilê xwe hişt li Qendilê, bîst sal berê.

Destpêka Îlona 1992‘an de bû. Wê carê jî Dr. Seîd hat Almanya û bû mêvanê min. Bi hevra bûn, çend roj. Ne tenê bû; li cem nûnerê Ewropa Fettah Ebdulî, nûnerê Almanya Humayûn Erdelan û çend hevalên din.

Me nan xwar. Paşê dema razanê hat, me cihên razanê amadekir. Got “cih ne hewce ne. Em ê li ser xaliçeyê (mafûr) razên. Tenê bettaniye lazim in.” Me çi kir, nekir qebûl nekir û li ser xaliçeyê dirêj bûn, razan hemû bi hevra.

Paşê bo çend hevdîtinan çû Îskandinavyayê. Û di dawiyê de vegeriya Berlînê, bo beşdarbûna Kongreya Enternasyonala Sosyalîst.
Hên li Kolnê bû, min bo parastinê pêşniyar kir. Got “tiştek nabe. Em mêvanê Almanya ne û tiştek jî ne hewce ye.”

Kongreya Enternasyonala Sosyalîst destpêkir. Me carek din li Berlînê, di cîvînê de hevdû dît. Heyata Kurdan rengîn bû: Mam Celal, Hoşyar Zebarî û çend kesatiyên din.
Min li Berlînê jî peşneyar kir û got, ‘’kerem kin, werin li mal bimînin, hotel ne baş e.“ Bersiv de û got: ‘’Hemû heyet li hotelê dimînin. Em dikarin li wê hevditînan pêkbînin. Wekî din jî li hotelê polîs hene.”

Roja dawî bû, civîn di 17’ê Îlonê xelas bû. Min xatirê xwe xwest û ber bi Kolnê rêketim. Otûban tijî û xetimî bû. Trafîk nedimeşiya. Bi saetan li rê mam. Di dawiyê de li Magdebûrgê min telefona Berlînê kir û min got ez vedigerim, rê tijî ne. Xwîşka min bi dengek kelegirî, xebera reş gîhand min. Got “Dr. Seîd hat şehîd kirin.”


Dest û rûyê min cemidîn. Vegeriyam bi lezek gelek zêde. Sibê jî hevalên Hizbê hatin ji Parîsê. Ber ku bi zimanê Almanî nedizanîn, wekalet dan min, bo hemû kar û barên hewce û brûkratîk. Pêwist bû, yek ji me bikeve morgê, bo tespîta cenazeyan. Ketim morgê bo teyîdkirina şexsê wan camêran. Êşek ket dilê min, bîst sal in dernaveke.


Me cenaze di roja 25’ê Îlonê bi merasîmek mezin rêkir Parîsê, lê Fransa vîze neda min. Bi qaçaxî derbaz bûm Fransayê û ûsa jî beşdarê merasima cangoriyan bûm.

Bîst sal in her sê cangoriyên Kurdistanê li Parîsê ne, li cem nemir Dr. Qasimlo. Hemû jî bi destên rejîma Îslamî ya Îranê hatin terror kirin, di nav Ewropayê de. Qatil û bikuj hatin girtin, ceza dan wan. Lê ji ber berjewendiyên aborî, Almanya piştî midehekê bikuj teslîmê Tahranê kirin. Niha serbest û azad in bikuj û qatil, wek ya Dr. Qasimlo.

Almanya, Avusturya û bi temamî Ewropa deyndarê me Kurdan in, ji sed salî vir de. Ewropa durû ye, exlaq û wijdan di berika wan de ye.

Encama îhmalek biçûk, gelek giran bû. Rêberên Kurd li dû hev hatin kuştin, di paytextên Ewropayê.

Rejîma Îranê dixwest bi dardakirina Pêşewa Qazî Muhemmed, bi kuştina Dr. Qasimlo û Dr. Seîd û hevalên din şoreşa rojhilata Kurdistanê bê serî û rêber bihêle û ûsa jî ji pirsa Kurd xelas be. Bi hezaran û dehhezaran Kurd ji aliya rejîma Îranê ve hatin girtin, di bin îşkenceyên zalimane de derbaz bûn. Bi hezaran Kurdên welatparêz hatin kuştin, bi sedan hatin dardakirin, wek Şîrîn Elemhulî û Ferzad Kemanger. Lê ev hêsab neçû serî. Niha jî pêşmerge û gerîlla li rojhilatê Kurdistanê berxwe didin û ala wan lehengan bilind dikin.

Niha parçeyek Kurdistanê azad e, perçeyek din jî bi hemû hêz û leza xwe ber bi azadiyê ve dimeşe. Ne dûr e ku arzûmendiya Dr. Seîd bê cih û Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê jî çarenûsa xwe bigrin destên xwe û qedera xwe bi xwe diyarî bikin; Kurd serwer bin û Kurdistan jî azad.

Min însanek naskir, bû kekê min. Cihê te bihûşt, axa te nerm be, Şoreşgerê Rûken, kekê min ê hêja, Dr. Seîd. Min bêriya te kiriye, dilsozê welat!