Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Têkiliyên Îran û Îraqê jî ketin bin bandora dorpêçên Amerîkayê de

12:07 - 13 Tebax 2018

Kurdisatanmedia:Di demekê de ku biryar bû Îbadî serdana Îranê bike, nûçegihaniya Firansayê ragehand ku helwesta Îbadî bû sedema hilweşiyana serdana wî bo Îranê.

Nûçegihaniya Firansayê ji zimanê ofîsa serokwezîriya Îraqê nûçeya hilweşiyana serdana Îbadî bo Îranê belav kir. Li gora vê nûçegihaniyê di destpêkê de, rejîma Îranê digel serdana Îbadî dijayetî nekiribû, lê piştî vê ku Îbadî ragehand ku ew neçar in dorpêçên Amerîkayê li dijî Îranê cîbicî bikin, Îranê serdana Îbadî hilweşand.

  Piştî vê biryara Îbadî, hêdî-hêdî pêwendiyên di navbera Îran û Îraqê de sar dibin, û berpirsên her du aliyan êrîşî ser hevdu dikin.

Mehmûd Sadiqî nûnerê meclisa rejîma Îranê jî di “twitt”ekê de nivîsand: “Dewleta Îraqê dibe deynê xwe bide Îranê, ew deynê ku diba bedela şerê sepandî ê heşt sale daba Îranê”.

Li hemberî vê “twitt”ê de, Faiq El-şêyx Elî nûnerê palementoya Îraqê nivîsand: “Ez bi navê malbatên qurbaniyên terorê ji we û dewleta we daxwaz dikim, ku 11 milyard Dolarî wekî xeramet bidin malbatên 1 milyon Îraqiyên ku bi destê El-qa`îdê hatin kuştin. Jiber ku rejîma Îranê Elqa`îde bi hêceta şerê digel Amerîkayê di sala 2003`an de anî nav Îraqê de”.   

Komîsyona fermî ya lêkolîna li ser 11`ê Septamberê wê demê raeghandibû: “Ji wna 14 kesên ku dest di revandina balafiran û pêkanîna êrîşa 11`ê “September”ê de hebûn, 8-10 kes ji wan, di navbera “October”a 2000 heya “February” a 2001`an hatûçûna Îranê kiribûn”.

Dadgeha federal ya Amerîkayê rejîma Îranê di vê derheqê de mehkûm kiriye, û ragehandiye ku dibe 6 milyard Dolarî bide malbatên qurbaniyên 11`ê Septamberê.

Niha ku pêwendiyên di navbera Îran û Îraqê de sar dibin, êdî germbûna van pêwendiyan jî, ne di destê her du aliyan de, belku wê di destên Amerîkayê de be.