Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terorîzma bê şerim

20:14 - 11 Kanûna Paşîn 2016

Kerîm Perwîzî

Piştî bidarvekirina Şêx ê tundrew yê li dijî deshilata Si’ûdiyayê û 46 kesên din ku dewleta Erebistanê bi terorîst navê wan tîne ziman, rejîma Îranê bêdeng nema û bersiv da, û bi ew qasê nerihetî û kerb û kîna xwe helwêsta xwe nîşan da û, karbidestên rejîmê di hemû astan de, bi ew qasî tundrewane û tûjkerane ve, kiryara Erebistanê pirotesto kirin û gefa vê yekê xwarin ku, ev karê dewleta Erebistanê bê bersiv namîne û, tenanet Xamineyî û Spaha Pasdaran gefa lêxistin û jinavbirinê, ji dewleta Erebistanê xwarin.

Di emcama gef û gîvaşên han de bûn ku, Besîcî û Pasdar û hêzên ser bi Îtila’ata Spaha Pasdaran li Tehran û li Meşhedê bo careke din êrîş birin ser balyozxane û konsûlgeriya Erebistanê û, careke din rûçikê rastîn ê Komara Îslamî ya Îranê ji cîhanê re eşkere kirin, û selimandin ku, tevî cîhana pêşkevtî û mirovî ya îro de nateba ye û, tenê kultura şewitandin û gef û bê pirensîpî di nava wan de bihêz e.

Piştî vê bûyerê Erebistan û çend welatên din ên Erebî, têkiliyên xwe tevî Komara Îslamî qut kirin û yan jî anîn ser asta herî kêm û, civata ewlehî ya “NY” jî kiryara rejîma Tehranê bi tundî îdane kir.

Di vir de bû ku Komara Îslamî hişyar bû û zanî ku her weke berê dûr ji her cure lojîk û mentiqekê bertek nîşan daye û, kiryarên wê yên tevdanîkarî bo wî bi xwe vegeriyane û, piştî wan hemû poanên ku dabûne cîhanê, û wan hemû paşvekêşiyanên ku derheq bi keysa etomî encam dan, da ku ji îzolebûna zêdetir rizgar bibe, niha jî careke din bi sedema bertek û gotinên dûr ji lojîk û serberedayî, pê diçe ku careke din bikeve nava goma îzolebûnê.

Ya ku di vê navberê de cihê mixabiniyê ye ew e ku hinek ji ragehgandinên rejîma Îranê û yên ku bi Spaha Pasdaran û dezgehên Îtila’atî nêzîk in, ji bo dilxweşkirina xwe û bi nav ji bo gefxwarin û biçûkkirin helwesta welatên Erebî, bas ji bûyera Mîkonosê dikin û bi ew qasî bê şermî ve bergiriyê ji terorîzma wê demê a xwe dikin, û xwe wekî serkevtî di wan bûyeran de dihesibînin.

Di sala 1371’an de li bajarê Bilrînê de terorîstên Komara Îslamiya Îranê di restorana bi navê Mîkonosê de, Dr. Şerefkendî û hevalên wî dane ber gulleyan û şehîd kirin,Piştî vê bûyera terorîstî dezgeha dadweriya Almanyayê kete pey biker û biryarderên vê karesata terorîstî û piştî pênc salan hukmê dîrokî ê xwe derkir, û Komara Îslamiya Îranê li asta herî bilind de wekî terorîst da nasandin.

Piştî vî hukmî welatên Ewropî yan pêwendiyên xwe bi rejîma Îranê re qut kirin, û yan jî asta têkiliyan anînîne xwar, û piştre ku rejîma Îranê serî ji bo merc û daxwaziyên Rojava tewand, bi taybetî soz da ku êdî di Ewropayê de dest bi karên terorîstî neke, welatên Ewropî têkiliyên xwe bi Îranê re asayî kirin.

Niha rejîma Îslamiya Îranê û dem û dezgehên wê ên Îtila’atî û terorîstî, cardin bas ji bûyerên naskirî bi Mîkonosê dikin, û bi bê şermiyeke tewaw ve hem xwe wekî serkevtî dihesibînin, û hem jî şanaziyê bi derbazbûyiya terorîstî a xwe dikin.

Di bûyera Mîkonosê de herçend ku PDKÎ û tevgera Kurd derbeke giran xwar, û dax û kesera şehîdbûna vî rêberê mezin di dîrokê de her dimîne, lê hukmê dadgeha Mîkonosê hukmeke dîrokî bû, ku didadgeheke welatekî pêşkevtî de Komara Îslamiya Îranê di asta herî bilind de wekî terorîst dihate hesibandin. Piştre jî Komara Îslamî teslîmî daxwaziyên welatên Ewropî bû û şikestekem mezin di dîroka deshilata biyom ya Wilayeta Feqîh de bû.

Eva ku Spaha Pasdaran û dezgehên Îtila’atî û ragehandkarên ser bi wan li vê qonaxa hestiyar de bas ji ducarîbûna bûyera Mîkonosê dikin, tenê megre di bêşermiyeke tewaw de gefa teror û terorîstperweriyê bikin, û cardin ji cîhanê re biselimînin ku Komara Îslamiya Îranê, pişt û pena û çavkaniya terorîzmê ye, hekî ne, wê demê serkevtineke wisa bi dest nehîna, da ku niha bi ducarîkirinê şanaziyê bikin.