Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirs, û kîna rejîmê li gundê “Nê” ya Merîwanê eşkeretir dibe

16:15 - 25 Adar 2018

Kurdistanmedia: Çekdarên rejîma Îranê di doma destbiserkirina hevwelatiyên gundê “Nê” a Merîwanê de, du ciwanên din destbiser kirin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemiyê 4`ê Xakelêweyê du ciwanên xelkê gundê “Nê” a bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ên rejîmê ve destbiser û bo cihekî nediyar hatin veguhastin.

Nasnameya wan du ciwanên Kurd bi navên Hawrê Perwaze temen 15 salî kurê Ebdullah û Mihemed Erjengî kurê Emîn hatiye ragehandin.

Li gora vê çavkaniyê hêzên kincşexsî ên rejîma Îranê êrîş kirine ser dukana bavê Hawrê Perwaze û navbirî digel xwe birine, û herwisa êvariya heman rojê Mihemed Erjeng jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye detsbiserkirin.

Li gora vê çavkaniyê heya niha ji çarenivîsa van du lawên kurd tu zanyariyek di ber dest de nine.

Pêştir jî qirêjxwarên rejîma Îranê di dema birêvebirina cejna newrozê de êrîş kiribûn ser gundê “Nê” û 7 hevwelatiyên xelkê vî gundî destbiser kiribûn.