Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tometên nerewa, îfadeyên bi zorî û îdam

13:29 - 9 Îlon 2012

Hêmin Kurdî

G irtîgeha navendî ya Urmiyê ku zêdeyî 100 salan e hatiye avakirin û cihê hezar û 500 kesî dike, lê di rewşa niha de nêzîk 3 hezar kes têde hatine vepestin. Di hundirê girtîxaneyê de dehan beşên cor bi cor hene ku di her yek ji wan de girtiyên bi sûç û tawanên cuda tên ragirtin. Ev girtîgeh li ser rêya cadeya gola Urmiyê hilketiye û di salên dawî de sedan girtî û nemaze yên kurd têde hatin darvekirin.

Piştî ku rejîma Îslamî li Îranê hate ser desthilatê û bi taybet di dewrana desthilatdariya Ehmedînejad de, zext û zordarî li ser gelê kurd çend qat zêde bûn û bi hêcet û taktîkên cuda dest bi darvekirina berdewam a hevwelatiyên kurd kirin ku zêde dişibe nifşkujî li dijî gelê kurd.
Her rojên sêşem, hejmarek berçav ji malbatên kurd li pêşberî girtîgehê kom dibin û li benda hevdîtin û axavtin ligel kes û karên xwe yên girtî bi rêz disekinin. Pirr caran jî piştî çend demjimêr çavnihêriyan, ligel bersiva NA ya berpirsyarên girtîgehê rûbirû dibin û nikarin ligel girtiyan bipeyvin yan hevdîtinê pêk bînin.

Di vê dawiyê de, hin car li girtîgeha Urmiyê girtî bi kom hatine darvekin. Îsal 2 gurûpên 6 û 8 kesî jî girtiyên kurd di yek rojê de hatin îdamkirin. Di nav wan darvekiriyan de gellek ciwanên kurd tên dîtin ku sê ji wan tenê endamên malbatekê bûn.

Emê vir serpêhatî û çawaniya girtin û darvekina 3 ciwan ji endamên malbatek kurd ên gundê ‘’Kefsî’’ ya Urmiyê bikin. Di havîna sala 1386`a Rojî de, hêzên Wezareta Ewlekariyê êrîş kirin ser malbata hewelatiyê kurd Sidîq Abidînî û 3 kes ji endamên wê malbatê bi navên Çengîz Abidînî û Selah Aidînî ligel zavê wan Faris Şahînî bi tawana veguhastina madeyên bêhişker girtin û birin Îdareya Ewlekariyê. Piştî xwedîkirina wan sê kesan di îşkencegehên Wezareta Ewlekariyê de û îfadewergirtina bi zorê û dûr ji rastiyê, ew birin girtîxaneya navendî ya Urmiyê û demek kurt nekişand ku Dezgeha Dadê li Tehranê biryara darvekirinê ji wan 3 kesan re birrî. Malbata wan ji bo hilweşandina biryarê doz vekirin û bi awayekî fermî nerazîbûn nîşan dan, lê hewildana wan heta dema darvekirina wan jî bêencam bûn.

Di dema ku ew di girtîxaneyê de dihatin ragirtin, Faris karîbû bi nobedarekî girtîgehê re biaxive û çîroka girtin û bêtwaniya xwe bîne berbas. Faris gotibû ku nîvroya roja hatibûn girtin, diçe serdana malbata xwe li gundê Kefsî û nîva şevê hêzên ewlkariyê diçin hundirê mala wan û wî ligel Çengîz û Selah digrin. Wî gotibû ku haya wan ji tu tiştî nebûye û me karek wusa nekiribû. Lê dema em bi çavgirtî birin Wezareta Ewlekariyê, ewqas bi awayekî giran û hov îşkence kiribûn û bi zorê neçar kirin ku bi derew îtirafê bikin û me wek tawanbar bidin naskirin. Faris ji wî noberdarê girtîgehê re gotibû, ger wan bi derew îfade nedabana, wê di bin îşknceyên dijwar de canê xwe ji dest bidana. Wî diyar kiribû ku îşkeneyên li ser wan ewqas dijwar bûne ku herdem hêviya mirinê xwestibûn û tenê ji ber ku ji wan îşkenceyan bifilitin, bi neçrî îtiraf kiribûn.

Di zistana 1389`ê de, biryara davekirina Faris Şahînî bêy agahdarî mlbata wî û parêzerê wî birêve çû û hat îdam kirin û xewn û hesreta dîtina malbatê û 4 zarokên xwe bire bin xakê. Niha hevser û zarokên Faris rojên dijwar ên bê bavî û bê serperestiyê diqedînin. Piştî nerazîbûna malbata Faris li hemberî vê awayê darvekirinê, îzin hat dayîn ku berî darvekirina Çengîz û Selah, ew dikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Piştre Çengîzê û birayê wî Selah hatin darvekirin. Çengîz dema ligel hevser û zarokên xwe re hevdîtin kiribû, ji hevsera xwe re gotibû ew di bin îşkenceyên dijwar de hatin neçar kirin ku îfadeyan nerast bidin. Ew diyar dike ku bê tawan bûye, lê ji hevsera xwe ya ciwan re dixwaze jiyana xwe berdewam bike û keça xwe jî radestî diya wî bike.
Gotinên demên dawîn ên jiyana Çengîz xemek giran dixe nav dilê hevser û malbata wî ku çawa dibe xortekî kurd wiha bêtawan bê kuştin. Çengîz jî sibeya roja 7`ê Rêbendana 1389`ê Rojî li girtîgeha Urmiyê hat darvekirin. Di dema veşartina Çengîz de pevçûn di navbera malbat û kes û karên wî û hêzên ewlekariyê de derdikeve holê.


Piştî îdamkirina Çengîz, Selah dema nûçeyê darvekirina birê xwe dibihîze, rastî pirsgirkên piskolojî dibe û li nexweşxaneya girtîgehê tê ragirtin. Di 03.08.1390`ê Rojî de, biryara darvekirina Selah jî birêve çû û ji ber reaksiyonên berê ên malbata wan, berpirsyaran rê nedan Selah bi dezgirtî û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne.


Di heyamê 9 mehan de, her 3 kes ji malbata Abidînî hatin darvekirin. Rejîma Komara Îslamî bi îdamkirina wan 3 hevwelatiyên kurd, çirayê roniya malbata wan vemirand û tazî û xem û kovan xiste dilê wan ku qet nayê jibîrkirin. Eva tenê nimûneya malbatek kurd e li Urmiyê û herêmên derdor ku mînakên wek wan pirr zêde ne û di salê de sedan kurd bi vî awayî jiyana wan tê standin.