Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tu bêjî ew cinayetên rejîmê herwisa bê bersiv bimînin?

19:03 - 26 Nîsan 2020

Nûredin Sofîzade

Eve serê 41 salan e ku rejîmekî paremayî û cinayetkar wekî zîloyê kevtiye canê xelkê Îranê û xwîna wan dimije, hemû curên cinayet û zilm û zordariyê bi ser gelên Îranê û bi taybetî gelê Kurd de aniye.

Di rastî de desthilatdarên wê rejîmê rûyê hemû cinayetkarekî dijî mirovahiyê sipî kirine.

Em gelek dûr neçin, her awayê birêveberiya wan bi ser rewşa ku bi hegera Koronayê ve di Îranê de heye.

Curê serederiya rejîmê bi berahîk girtin ji Vîrûsa Koronayê, rûyê rastî yê cinayetekî şer e. Wan ew derd û mirine her bixwe bo xelkê Îranê afirandin, û niha jî her di cehda orf û nîgeranî û belavkirina zêdetir ya derd û bela û mirinê ne di nava Îranê de.

Ew rejîma her bixwe bû sebeb ku vîrûsa Korona di Îranê de belav be, da ku zêdetir xelk pê bimre û pêve mijûl be.

Desthilatdarê rejîmê di destpêkê de rastiya hebûna Koronayê di nava Îranê de weşartin, piştî hingê eşkere bû ku mak û navenda vê vîrûsê, bajarê Qumê ye, rejîm amade nebû Qumê Qerentîne bike, belê bi hezaran Melayên Qumê beredayî kirne seranserê Îranê û bi wî awayî bûne sedem ku Korona gelek bilez hemû Îranê bigre û heya niha bi Sed hezar xelk tûşê Koronayê bûn û bi dehan hezar kes jî canê xwe ji dest dane.

Piştî evê ku Korona bilezgînî belav dibû, dîsan jî rejîm amade nebû qedexeya hatin û çûnê dabinê di navbera parêzgeh û bajaran de.

Gava Korona gorî dilê wan her derî belav bû, îcar kevtine weşartina rastiya amara tûşbûyan û mirinê. Rejîm amade nebû ku rê bide Medyayên bê alî û heta ji bona evê ku rastî belav nebin, heyeta Pizîşkên bêsinor yên ser bi Saziya Navnetewî a saxlemiya cîhanî, ku hatibûne Îranê bo xizmetê, ji Îranê derêxistin.

Di demekê de ku piraniya welatên cîhanê bi micidî û xemxwarina ji hevwelatiyên xwe, eva destê wan hat kirin û di gelek welatan de rewş hate kontirolkirin û berahîka Koronayê girtin û karîn hejmara tûşbûn û mirina bi vê sedemê yan bi yekcarî ji nav bibin yan gelek kêm bikin.

Lê desthilatdarên rejîma cinayetkar li ser kontirol kirina rewşê jî, direw digel xelkê kir, di demekê de ku rejîmê rewşa welat asayî ragihan û qerentîne rakir û Hesen Rûhanî yê Serkomarê rejîmê ragihand ku şikest dane Koronayê û bi ser de serkevtî bûne, û wekî cêjna seranserî ya xelkê Îranê ragihand. Kêmtir ji demjimêrekê berdevkê Wezareta Tendirustî ya rejîmê, bilindbûna amara mirin û tûşbûyên di rojên berî hingê de zêdetir ragihand.

Belê ev cure direw û xapandinane çiya wisa ji cinayeta şer kêmtir nîne, ev cure direwane bandora wê çiya wisa ji ya çeka komkuj kêmtir nîne. Lewma ku ez bawer im desthilatdarên wê rejîmê û bi taybetî Elî Xamineyî rêberê rejîmê, dibe wekî cinayetkarên şer û cinayet li dijî mirovayetiyê bikevine ber dadgeha xelkê Îranê û bigîhîjne cezayê ew hemû curm û cinayetên xwe li derheq xelkê Îranê de bidin.

Elî Xamineyî yê cinayetkar di demekê de ku ji tirsa canê xwe de, xwe 7 kunan diweşart, li vîdiyoyekî di pêş de tomarkirî digot: “Çi nîgeraniyekî micid çinîne”, û daxwaz ji xelkê dikir ku bila du`ayan bikin dê her tişt çêbe. Elî Xamineyî û desthilatdarên dinê yên rejîmê gelek baş agehdarê rewşa welat bûn û bi awayekî paremayîyane û xurafatî, dixwastin xelkê bixapînin.

Xamineyî digot eva êrîşa dijminê me yê “Cin” e.

Hesenê direwkar ji berdewam soz û qewlê alîkariyê dida xelkê û ji xelkê daxwaz dikir hêvîdar bin.

Di nexweşxanan de çi îmkanat dest nakevin, rejîmê derman û hewcehiyê xweparastinê wekî, mask, lapik û dermanê paqijiyê, nedane xelkê, di nexweşxanan de pizîşk û duktor jî bê îmkanatê xweparastinê ne, pêka wan amar û zaniyariyên ku belav bûne, heya niha sedan duktor û perestaran canê xwe ji dest dane.

Rejîmê gelek zû ew gefa jî gihande ber guhê hemû xelkê Îranê ku hekî li hember rewşa heyî, nerizayetiyê ji xwe bidine kivşê, dê derseke wekî ya payîza derbasbûyî bidine wan, her lewma bû ku Spaha terorîst û tepeserkar gelek zû hate meydanê.

Bi kurtî rejîmê çima bi zanabûn ew rewşe bi ser Îranê de anî?

Bersiv cem min gelek xuyaye û hêvîdar im ku hemû kes haya wê rastiyê hebe ku ev jî ewa ye:

Koronayê karî xelkê bêxe malan.

Koronayê karî berahîka xwenîşandan û nerizayetiyê bigre.

Koronayê karî perdê bi ser kuştara meha Xezelwerê de bikêşe.

Koronayê karî xistina xwarê ya balafira Ukraynê ji bîra cîhanê bibe.

Koronayê karî perdê bi ser bernama navokî de bikêşe.

Koronayê karî bêkarî, birsîtî, bihatî, bandora dorpêçan, hemûyan bipeçêve.

Lewra desthilatdarên rejîmê ev Koronaya ku bi wî awayî alîkariya wan bike û di hawara wan de hatiye, bo xwe bi ne`emetekî Îlahî dizanin û her karek ku di 41 salên derbasbûyî de û bi taybetî wê dûmahiyê hatiye kirin, bi zanabûn hatiye encam danê û bi niyeta afirandina cinayetan hatiye kirin.

Lewma desthilatdarên rejîmê sûçdarin bi cinayata dijî mirovayetiyê û dibe bikevine ber dadgeha gel û bigihîjne cezayê kiryar û cinayetên xwe.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine