Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

TV`yên ku rejîma Îranê piştgiriya wan dike, weşana wan wê bê rgirtin

13:13 - 13 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Ew TV`yên ku di Îraqê de weşanê dikin, û rejîma Îranê piştgiriya wan dike, wê bêne ragirtin.

Nûçegihaniya “El-xed Press” ji zimanê çavkaniyeke agehdar ve raporek belav kir, ku tê de bas ji vê hatiye kirin, ku di meha bê de, ew TV`yên ku li ser mahwareya “Nilesat” û di Îraqê de weşan dikin, û rejîma Îranê piştgiriya wan ya malî dike, wê bêne ragirtin.

Tê gotin ku ew biryar, wekî biryara Amerîkayê li ser kanala El-menar ya Lubnanî dibe.

Hinek ji wan TV`yên ku li Îraqê û li ser “Nilesat” belav dibin, ser bi kes, hizb û girûpên ser bi Îranê ne, û rejîma Îranê wan TV`yan bo pêşvebirina siyasetên xwe yên têkderane di herêmê de bi kar tîne.

Piştgiriya malî ji wan hemû TV`yan di demekê de ye, ku xelkê Îranê di rewşeke gellek dijwar ya aborî de dijîn, û heta nikarin risqê zarokên xwe jî peyda bikin. Lê rejîma Îranê di cihê çareseriya vê arîşe û kirîza mezin ya aborî, bûdceyeke bêreje bo birêvebirina wan TV`yan û dijayetiya Îsraîl û Amerîkayê û xapandina bîrûraya giştî dadinê.

 Lê wisa dixuye ku dorpêçên vê carê pişta rejîmê wê bişînin, û nikare bi hêsanî û bi bê xisar siyasetên xwe yên têkderane di navçê de pêşve bibe, bi taybetî ku niha heta Îraq jî dixwaze bikeve xetê dorpêçên Amerîkayê de, û rejîma Îranê gellek ji deshilata Îraqê aciz e.