Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Uzun, Stêrekek Geş Di Nav Wêjeya Kurdî De

12:17 - 28 Çirriya pêşîn 2012

Hemîd Muxtarî Ceiferî

Dema pênaseya netewe tê kirin, yek ji fakterên sereke navbirî ye ji ziman, ku edeb û wêje yek ji xalên bingehîn yên ziman e. gellek netewe li cîhanê de hebûne ku ji ber neparastina zimanê xwe û înkarkirina wê ji aliyê dagîrkeran ve yan hatine wunda kirin yan jî li metirsiya ji navçûnê de ne.


Gelê Kurd jî ku xwedî dîrokek dirêj e, gellek astengî ji aliyê dagîrkeran ve ji bo wan hatiye pêş û hewla jinavbirina şunasa wan hatiye dan, di vê pêxemê de kêm û zêde, dujminan kariye hinek bandorên nerênî bixin ser gelê me û beşek ji dîrok û zimanê me bidin mehandin, lê nekarîne û nikarin bigîjin armanca sereke ya xwe anku wundakirina gelê me.


Netewa Kurd û rewşenbîrên vî gelê hertim bi berhemên xwe û ji rêya rewşenbîrî ve hewil dane mana xwe biparêzin, nemaze nivîskarên me di warê edeb û wêje de hewild dane ku wêjeya Kurdî xwedî pênaseyek serbixwe be û kar ji bo pêşxistina zimanê dayîkî bike.


Her di vê pêxemê de û ji bo vê armancê ew xwedî rol û bandork mezin bûne, Kesên weke Cîgerxwîn, ku weke yek ji helbestvanên herî mezin di dîroka Kurd de tên nasîn, ya Melayê Cizîrî yan Hêmin Mukriyanî li Rojhilatê Kurdistanê û gellek kesên din.

Lê gelê Kurd tenê bi van kesan nahê nasîn û gellek kesên din jî hebûne û hene ku kar ji bo parastina zimanê dayîkî kirine û hemû temenê xwe di xizmeta ax û gelê xwe borandine.

Bo mînak Mihemed Uzun ku yekî din ji wan edîbzan û nivîskarên Kurd e û şûnpêyê wî di dîroka Wêjeya Kurdî de pir zelal û diyar e.

Ji ber ku çend roj beriya niha 5-mîn salvegara koça wî bû, me bi hewce zanî ku ji bo rêzgirtin ji hewil û xebata wî, wî bi bîr bînin.

Miehed Uzun ku di sala I953-an de li bajarê Sîwêrki li Kurdistana Bakûr de ji dayîk bû, heyamek dirêj ji temenê xwe ji bo wêjeya Kurdî terxan kir.

Wî di serdemekê de dest bi nivîsandin bi zimanê Kurdî kir ku ev ziman ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve hatibû qedexekirin, lê welatparêziya Uzun bû sedem ku ew nasnameya rastîn a xwe ji bîr neke û bi pênûsa xwe di pêxema pêşxistina zimanê dayîkî û parastina wê de gavan biavêje.

Navbirî heta ji ber vê yekê di 21ê Marsa sala 1976-an de bi sedema edîtkirina Govara Kurdî-Tirkî hat destbiserkirin û bi buxtana cudahîxweziyê bo heyamê 8 mehan bi zîndanê hat mehkûmkirin û ket zîndana navendî ya Ankara.

Uzun piştî azadbûnê ji ber qedexebûna zimanê dayîkî û nebûna derfet ji bo xizmetkirin di vê beşê de, bi neçarî rû ji xerîbiyê dike û di sala 1977-an de li Swêdê akincî bû û weke penaberekî dûr ji welat jiyana xwe li wir didomîne û beşek zêde ji berhemên xwe li wir nivîsand û ku beşek zaf ji wan ji aliyê Enîstîtûya Kurdî li Parîs de hat çapkirin.

Mihemd ji boy ku bikaribe zêdetir ji dîrok û wêjeya Kurdî bizane, xwe hînê tîpên Erebî dike û bi vî awayî dikare ew berhemên nivîskarên Kurdan ku bi tîpên Erebî hatine nivîsandin bixwîne û wan şirove bike.

Navbirî çendîn berhem bi zimanê Kurdî, Tirkî, Almanî, Englîzî û…hwd hene ku beşek ji wan berhemên wî yên bi zimanê Kurdî me ji malpera wikipedia.org wergirt, bi awayê jêrîn e:
• Tu, Dengê Komal (roman, 1984)

• Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê, Orfeus (roman, 1987)

• Mirina kalekî rind, Orfeus (roman, 1989)

• Siya evînê, Orfeus, (roman, 1989)

• Destpêka edebiyata kurdî, Beybûne, Ankara (lêkolîn, 1992)

• Hêz û bedewiya pênûsê, Weşanên Nûdem, (pexşan, 1993)

• Antolojiya edebiyata kurdî, 2 cild, Tüm zamanlar yayıncılık, Istanbul (antolojî, 1995)

• Bîra qederê, Sara, Stockholm / Avesta, Istanbul (roman, 1995)

• Världen i Sverige (tevî Madeleine Grive), En bok för alla, Stockholm (antolojiya
• helbestan, 1995)

• Nar çiçekleri (Kulîlkên Hinarê), (pexşan, bi tirkî, 1996)

• Ziman û roman, Weşanên Nûjen (hevpeyvîn, 1996)

• Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê, Weşanên Avesta (roman, 1998)

• Dengbêjlerim (Dengbêjên Mi), Pexşan, Tirkî, 1998

• Hawara Dîcleyê 1, Avesta, Istanbul (roman, 2001)

• Zincirlenmiş zamanlar zincirlenmiş sözcükler (Demên zincirkirî peyvên zincirkirî), (pexşan, bi tirkî, 2002)

• Dengbêjlerim (Dengbêjên min), Pexşan, Tirkî, 1998

• Hawara Dîcleyê 2, Avesta, Istanbul (roman, 2003)
Mihemed Uzun seba ew xebatên xwe yên di warê wêje de karî xelata Torgny Segerstedt ya sala 2001-an bi dest bixe û di sala 2005-an de bû endamê Saziya Xwedî Pênûn-an û herwiha Civata Nivîskarên Swêdê.

Di sala 2006-an de mixabin Uzun tûşî nexweşiya seretanê hat û piştî salek berevanîkirin li hember nexweşiyê de navbirî di roja 11-10-2007-an de li Amedê jiyana xwe ji dest da.