Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Werim, em Mîreka Kurdan, Emîre Sînemxan Celadet Bedirxan ji nêzîk ve nas dikin

16:08 - 22 Tebax 2014

Konê Reş

Emîre Sînemxan Bedirxan kî ye? Ew neviya mîrê Botan, mîr Bedirxanê Azîzî ye, yê ku di sala 1802 an de li Cizîrê çê bûye û sala 1868 an di sirgûniyê de, li Şamê çûye ber dilovaniya Xwedê. Mîr Bedirxan ê ku di tîrmeha 1847’an de ji Cizîrê hatiye bi dûr xistin û tev jiyana xwe, tevî zarok û neviyê xwe di sirgûniyê de winda kiriye. Tevî ku mîr Bedirxan bi hisreta axa Cizîra Botan bû, lê siltanê Osmaniyan rê nedidayê ku vegere Botan, ne ew û ne zarokên wî.. Belê Sinamxan Neviya kurê mîr Bedirxan, Emîn Alî paşa ye, yê ku di sala 1851’an de li Stenbolê çêbûye û di sala 1926’an de, li welatê Misrê, bajarê Qahîre miriye. Bavê Sînemxan, mîr Celadet Alî Bedirxan e, yê ku di sala 1893’an, di sirgûniyê de, li Stenbolê, çêbûye û sala 1951’ê li Şamê miriye.. Diya wê, Rewşen xanim Bedirxan e, a ku di sala 1909’an de li Qeyserî çêbûye û di sala 1992’an de li Sûriye, bajarê Banyasê miriye.
Rewşen xanim, yekemîn jina kurd e ku bi kurdiya latînî di kovara Hawarê de nivîsandiye.

Emîre Sînemxan Celadet Bedirxan, di roja 21’ê Adara 1938’an de li Şamê çêbûye, ji ber zewacê, xwendina xwe di hiqûqê de nebiriye serî û di roja 22’ê Tebaxa 1959’an de bi nivîskarê kurd Salah Sadellah re zewiciye. Bi salan mala wan li Bexdayê, hem jî li Kerkûkê maye. Li Bexdayê, di bingeha Neteweyên Yekbûyî de İnternationall Schoolê mamostetiya zimanê Fransizî kiriye, û li Kerkûkê beşdrî di avakirina hevgirtina jinên kurdistanê de kiriye, niha malnîşin e (teqawit e).  Bi çend zimanên biyanî dizane wek: Erebî, Îngîlîzî, Fransizî, Almanî û Tirkî, lê zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wê ye. Du zarokên wan hene; Azad û Dilnaz, Azad wek bavê xwe endezyar e, niha gelek kompaniyên wî yên bi navê GAVAN li Hewlêrê hene . Dilnaz, li Parîsê dimîne. ji berî çend salan ve mala wê ji Bexdayê hatiye Hewlêrê, û niha ew li Hewlêrê, taxa Eynkawa dimîne.

Naveroka vê nivîsê nerîn û raya nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistanmedia jê berpirsiyar nine.