Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wisa dixuye ku kompaniya “Renult”ê” jî ji Îranê vekişe

22:06 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia:  Wisa xuya dike ku kompaniyaya “Renult” a Firansî jî, bi sedema erêkirina dorpêçên aborî yên Amerîkayê wê ji Îranê vekişe.

Li gorî raporên belavbûyî, kompaniyaya tirombîlsazî ya “Renult” ku di demên berê de jî ragehandibû, ku ji bazarên Îranê, wê vekişe, roja Înê rêkevta 5`ê Gelawêja 1397`an ragehand ku bi sedema dorpêçên aborî yên Amerîkayê  yên li dijî Îranê, egera zor heye ku çalakiyên xwe di Îranê de bisekinîne.

“Tiri Baloir” birêveberê kompaniya “Renult”ê  daye xuyakirin ku, bi sedema dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên lidijî Îranê emê ji Îranê vekişin.

Herwisa navbirî got ku, em li pey derfetên nû yên aborî bi taybet li Aferîqayê de ne, bona vê ku bi piştevaniya micid û bilindbûna berhemê, bazara jidestçûyî ya li Îranê qerebû bikin.

Heçend ku welatên Ewropî, daxwaza çavpoşîkirina ji dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên lidijî Îranê  dikin, lê çendîn senatorên kongereya Amerîkayê roja Pêncşemiya derbazbûyî,  di nivîsekê de,  ji bo balyozên welatên Ewropî hişdarî dane ku, di hewla lawazkirina dorpêçên aborî yên lidijî Îranê  nebin.

Biryare ku di rêkewta 13`ê Gelawêja îsal de,  yekem paketa dorpêçên aborî yên li dijî rejîma Îranê,  ji nû ve bêne sepandin, û di meha Xezelwerê de jî şandina petrol Îranê  jî bigehînin asta sifrê.

Piştî vê Amerîka ji lihevkirinnameya Bercamê vekişiya, û dorpêçên aborî lidijî rejîma Îranê  ji  nû ve hatine çalakkirin, û piraniya van kompaniyên cîhanî jî ku digel rejîma Îranê hevkarî dikin pirojeyên xwe yên dige Îranê sekinandin û girêbestên  xwe yên digel Îranê hilweşandin.