Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî: Ezê danûstandinên bi Amerîkayê re qedexe bikim

12:25 - 14 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Xamineyî ragehand, ku di mijara rûniştina bi Amerîkayê re min şaş kir, û li ser pêdagiriya hin kesan, min ew îzin da wan, ku vê rûniştinê tecrube bikin, lê wan xetên sor derbaz kirin.

Xamineyî roja Duşemiyê di civînekê di Huseyniyeya Xomêynî de ragehand ku em demekê dikarin tevlî leyîza metirsîdar ya danûstandina bi Amerîkayê re bin, ku di warê aborî, siyasî, û ferhengî de, em bigihîjin vê hêz û qaveta xwe ya ku em dixwazin, û zextên Amerîkayê nekarin çi bandorekê li ser me danên, lê vê gavê danûstandina bi Amerîkayê re, bi zirara me ye, û qedexe ye.

Xamineyî herwisa got: Xomêynî gotibû ku heta Amerîka nebe mirov, nabe pê re rûnên, û ez jî rûniştina bi Amerîkayê re qedexe dikim.

Wî êrîşî ser Trump û Pompeo jî kir, û got: “Amerîkayî du tiştan gellek bêşermane digel me bas dikin, ji bilî tehrîman, dibêjin yan şer, yan danûstandin. Ew bas ji şer dikin da ku kesên tirsonek bitirsînin. Li ser danûstandinan jî yek dibêje, me pêşşert hene, yek dibêje bi bê şert em amade ne danûstandinan bikin”.

Piştre navbirî got: “Ez bi eşkere dibêjim şer çê nabe, û danûstandinan jî em nakin”.  

Xamineyî derheq daketina buhaya perê Îranê jî got: “Sedema daketina perê me, sedemeke navxweyî ye, û pêwendiya wê bi derve ve nine. Wî got rast e ku tehrîman bandora xwe heye, lê kêşe di navxwe de ye, ku hekî berpirs di dema xwe de, û bi awayê baştir serederiyê digel vê mijarê bikin, dikarin pêşiya daketina buhaya perê me bigrin”.

Ew gotinê Xamineyî di demekê de ne, ku piraniya lêkoleran, ser vê baweriyê ne, ku vegerandina teherîman ji sedemên serekî ên giraniya bêreje ya perê derekî di bazarên Îranê de ye.

Ji aliyekî din ve çavdêrên siyasî ser vê baweriyê ne, ku Xamineyî bi wan gotina dixwaze tenê Ruhanî û kabîneya wî wekî berpirsyarê vê rewşa heyî di Îranê de nîşan bide, û xwe û banda xwe bi bê tawan bide naskirin.