Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xebat û Yekîtiya Netewî

19:22 - 26 Gulan 2020

Nûredîn Sofîzade

Bi berçavgirtina rewşa gelê Kurd û xebata dûr û dirêj a wê netewê di dirêjiya dîrokê de hertim ew pirsyare tête pêş ku erê gelo çima gelê kurd di wê xebatê de negihîştiye armanca xwe?

Renge bersivekî kevneşopane (Sunnetî) berdewam hatibe guhdarîkirin ku ev jî eve ye ku Kurd yekgirtî û tifaq nîne, li ber hindê yan negihîştiye armanên netewiye xwe, yan hekî di qonaxek ji dîroka xebata rizgarîxwaziya xwe de jî karîbe bigîje parek ji armancê xwe û destkevtek bi dest xistibe, ew destkevt bi sedema netifaqî û arîşa di nav Kurdan de careke dinê ji dest çûbe.

Mixabin di rastî de renge ev pirsyar û bersive bingehek be bo serkevtînebûna Kurdan.

Neteweyekê ku hêj pirsgirêka nasnamê heye û şerê berxwedaniyê dike da ku nasnama wê nekeve ber siyaseta asmîlasyona dujmin û dagîrkerên Kurdistanê, neteweyek ku hêj  axa wê di destê dagîrkerên wek Fars, Ereb û Tirkan de ye, neteweyek ku Ziman û çand jê qedexeye, bê guman hekî xebat û şer jî kiriye, bi mebesta bidestxistina wan bihayên neteweyî bûye da ku bikare wekî netewên xwedî serwerî, qedera xwe bigre destê xwe û her bi xwe bibe xwediyê axa xwe, Ziman û çand û nasnameya xwe û çiyê dinê jêr dest nemîne.

Bo vê mebestê û bo gihîştina bi wan armancan xebat kiriye û gelek jî qurbanî daye.

Ger em wegerine ser dîroka sed salên wê dawiyê, ku mixabin axa Kurdan an ku Kurdistan ji aliyê dujminan ve hatiye perçekirin û Kurdistan niha 4 perçe ye, û di wê qonaxê de jî xebata gelê Kurd di heçî kîjan ji wan perçan de gorî hinek taybetmendiyên wê perçê û serederiya hikumetên desthilatdar hatiye meşandin û renge awayê xebata gelê Kurd li heçî kîjan ji wan perçên Kurdistanê de digel hev cudahî hebin, ku ev jî tiştekî gelek sirûştî ye.

Renge mebesta dujmina ya serekî jî ji perçekirina Kurd û Kurdistan her eve bûye ku hêz û şiyana Kurdan perçe bikin, heta ku hêzekî mezin û neteweyekî ser hev nemîne ku bikare di hember dagîrkaran de serkeve.

Bona xebata rizgarîxwaziyê di heçî perçên Kurdistanê de jî, bona meşandin û birêkxistinîkirina xebatê, Sazî, Rêkxistin, û Part pêk hatine heta ku bikarin di pêxema gihîştin bi armanca netewî, programekî siyasî û zelal dabinên da ku wisa bidine xuyakirin ku ev Part û Saziye emirazeke ku hemî kesên dixazin bigihîne daxwaziyên xwe yên netewî dikarin bi awayê rêkxistinî bibine endamên wan Partiyan û xebatê bikin, bê guman cuda ji hinek meselên “êhsasî”, heçî kesê ku bi zanebûn dest kiribe xebatê jî, bi raya xwe Part û Sazî an ku hemen emraz û “wesîl”a herî baş bo xwe hilbijartiye û tevlî bûye.

Ku wisa ye heya vir îsbat dibe ku Rêkxistin û Part û Sazî, tenê emrazekin bona gihîştina bi armanca mezin ku ev jî gihîştina netewa Kurd bi rizgariyê ye.

Partiyên Kurd yên siyasî ku di halê xebata netewî de ne, û karîne xelkê devra xwe kom bikin, û bibine cihê hitbara parek ji gelê Kurd, şerê desthilatê nakin, bo gihîştina bi serokatiya gelê kurd xebatê nakin, bona berjewendiya rêkxistina xwe şer nakin, bo xwe sepandina bi ser gel xebatê nakin, wan axa azad, Zimanê azad, nasnama serbet, kerameta xweser çinînin, kengê karîn wan bo gelê xwe wegerînin û erkê xwe bi başî bi cih gihandibin, piştî rizgariyê ev xelkê ku dibe baweriyê bide wan partiyan da ku bibine desthilatdarê serweriya netewa xwe.

Mixabin gelek caran û bi dirêjiya doza berheq a gelê me de, xisara herî mezin û negihîştina gelê me bi armancên mezin ên xwe, wedigere bo ser kêş û netebayî û rikaberiya di navbera çen Partiyan de, yan hekî eve jî nebe aliyê kêm li heçî kîjan ji perçên Kurdistanê de ku çendîn Partî hene, nekarîne li ser hinek xalên hevpar yên xebatê hevalbendiyekê çêbikin da ku di hember dujmin de xurt bibin û xebata wan bihêz be û bikare bandor hebe.

Ne tenê eve, belkî gelek caran heta di nav Partiyekê jî arîşe hebûye û bi hegera netebayiya di navbera çen kesan de, ew Partî jî perçe bûye û ew hêz û şiyan û bandora ku hebûye nemaye û lawaz bûye.

Mixabin di dîroka xebata gelê Kurd de zafin ev mînak, renge parek xetayê xwedê Kurdan û wan Partiyan be, lê li ber evê ku dujminê Kurdan jî hertim seh bi wê lewaziya Kurdan kiriye, wan çen qat zêdetir cehd kirine ku tovê netebayiyê di nava Kurdan û Partiyê xebatkar de bireşînin û netebayiya wan zêdetir bikin, heta ku hem ji aliyekê wan mijûlê xwe xweriyê bikin, hem bikarin xebata wan bi dijî xwe ji aktîviyê bêxin û hem bi wî awayî gelê Kurd bê hivî bikin.

Hekî em hinek kûr ji vê mijarê bifikrin, bê guman êm ê bêne ser halê xwe ya rastmêzeyiyane, hingê renge heçî kîjan ji Partiyên Kurd di nava xwe de berî evê ku post û meqam û kursî bal girîng be, dê hizra berjewendiya giştî ya netewî biket, û amade nabe yekîtiya rêkxistiniya Partiya xwe lewaz bike, herwisa Partiyên siyas û xebatkar êdî nakevine kişê hev û hekî fikrê ji berjewendiya netewî bikin, zêdebarî cudahiya porogramên xwe, aliyê kêm dê gel hev li ser hinek xalên hevpar alîkariyê bikin û eniya xwe ya di hember dijmin de xort û bihêz bikin, bê guman hingê ye ku em dikarin hêvîdar bin ku renge em bikarin bigihîne armanca xwe ya mezin ku hemen rizgariya netewî ye.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine